Li Swîsreyê dê êdî agahiyên fermî bi Kurdî jî bên dayîn

Meclîsa Şaredariya Bajarê Bernê ya paytexta Swîsreyê dê di pêşerojê de agahiyên herî girîng ji xelkê re bi Kurdî jî biweşîne

29.10.2022, Cts - 11:10

Li Swîsreyê dê êdî agahiyên fermî bi Kurdî jî bên dayîn
Nuçe Belav bike

Meclîsa Şaredariya Bajarê Bernê ya paytexta Swîsreyê dê di pêşerojê de agahiyên herî girîng ji xelkê re bi Kurdî jî biweşîne. Meclisa Şaredariya Bajêrê Bernê roja Pêncşemê li hember 6 dengan bi 64 dengan pêşnûmeya tevlêbûnê pejirand. Aktîvîst Yeşîm Ekîcî got “Li Bernê, divê ne hewce be ku agahdariya bi zimanên ku li malê li wan hatiye ferzkirin bixwînin lê bi Kurdî bixwînin.”

Pêşniyar ji aliyê sê komeleyên çanda Kurdî, Komeleya Çanda Kurd a Bernê, Komeleya Çanda Elewiyan a Bernê û KUTUSCH (Komeleya çandê ya Kurd-Tirk-Swîsre) bi hev re tevgeriyan û pêşnûmeya ku di encama îmzeyên ku li Kantona Bernê kom kirin de amade kirin û pêşkêşî meclîsê kirin.

Rêveberiya bajarê Bernê li ser daxwaza sê komeleyên çanda Kurdî got erê: Agahiyên li ser malpera bern.ch jî di pêşerojê de bi Kurdî bên weşandin.

Bajarê Bernê jixwe hin agahî li ser pêşkêşî û xizmetên bi zimanên herî girîng ên koçberiyê belav dike. Agahdarî ji bo kesên ku nû hatine Swîsreyê û li wir dijîn tê armanc kirin.

Beriya dengdanê Pêşnûma ji aliyê aktîvîst Yeşîm Ekîcî ve hat xwendin û got Kurdên li Bernê dijîn ji Tirkiye, Îran, Sûriye û Iraqê hatine û li wir hewl tê dayin ku zimanê Kurdî ji holê were rakirin. Li Bernê, divê ne hewce be ku agahdariya bi zimanên ku li malê li wan hatiye ferzkirin bixwînin lê bi Kurdî bixwînin.

Meclisa Şaredariya Bajêrê Bernê roja Pêncşemê li hember 6 dengan bi 64 dengan pêşnûmeya tevlêbûnê pejirand.

Berdevkê Fraksiyona Partiya Gel a Swîsreyê (SVP) Alexander Feuz jî got “Kilîda entegrasyonê zimanê Almanî ye.”

Meclisa şaredariyê û piraniya meclîsa bajêr ev biryar cuda dîtin. Zimanê Kurdî êdî bi zimanên din ên koçberan ên wek Albanî, Erebî, Îngilîzî, Fransî, Îtalî, Portekîzî, Spanî, Tamîlî, Tirkî, Sirbî/Bosnî/Hirvatî û Tîgrînî (Etiyopya û Erître) re tê wekhevkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 338 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:28:55
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x