Li Swîsreyê di navbera Tirk û alîgirên PKK'ê de pevçun derket

Hat eşkerekirin ku li bajarê Baselê yê Swîsreyê roja Yekşemê di navbera Tirk û alîgirên PKKê de pevçûneke girseyî derket û di encamê de 5 kes birîndar bûn, 5 kes jî hatin desteserkirin.

10.05.2022, Sal - 11:43

Li Swîsreyê di navbera Tirk û alîgirên PKK'ê de pevçun derket
Nuçe Belav bike

Li gorî ragihandina malpera nûçeyan Blick a Swîsreyê li meydana Baselê roja Yekşemê berê êvarê pevçûneke girseyî di navbera Kurd û Tirkan de derketiye. Sedema vê yekê jî Tê gotin ku pevçûn ji ber festîvala zarokan a Tirkan derketiye.

Heman çavkaniyê ragihand ku, beriya nîvro li bajarê kevn yê Baselê li dijî beşdarvanên festîvalê provokasyonên devkî hatibûn kirin û berê êvarê jî pevçûn destpê kiriye. Di encama pevçûnê de 5 kes brîndar bûnê û 5 kes jî hatine desteserkirin. Yên hatine desteserkirin hemwelatiyên Tirkiyê ne û temenê wan di navbera 20-30 salî de ne.

Li gorî medyaya Swîsreyê polîsên Baselê jî di derbarê bûyerê de daxuyaniyeke nivîskî belav kirine û tê de ragihandine grûpeke alîgirên PKKê ji 20-40 kesî pêk tê nîşanê PKKê hilgirtine û êrişî festîvala zarokan a Tirkan kirine, û 5 kes hatine desteserkirin Yên hatine desteserkirin hemwelatiyên Tirkiyê ne û temenê wan di navbera 24-30 salî de ne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 664 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:52:58
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x