Macron: YPG jî tê de me soza piştgiriyê da rayedarên Kurd

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron got ku wan soza piştgiriyê daye kurdên Sûriyeyê.

30.03.2018, Cum - 06:05

Macron: YPG jî tê de me soza piştgiriyê da rayedarên Kurd
Nuçe Belav bike

Macron ragihand, "Em dikarin di navbera HSD û Tirkiyeyê de navbeynkariyê bikin. Fransayê bi Amerîkayê re li hev kir. Emê leşker bişînin Minbicê."

Li gor nûçeya rojnameya fransî Le Parîsîenê Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron bi şanedeya kurdên Sûriyeyê re hevdînek pêk aniye.

Hat ragihandin di hevdîtinê de, Macron misogeriya ku dê hêzên Fransayê demildest li Minbicê werin bicihkirin daye.

Di daxuyaniya Koşka Elîzeyê de hat gotin, "YPG jî di nav de, ji bo îstiqrara bakurê Sûriyeyê me soz da rayedarên Kurd ku em piştgiriya wan bikin."

Hêjayê bibîrxistinê ye, daxuyaniya şandina leşkeran bo Minbicê piştî daxuyaniyên Amerîkayê yên derbarê vekişîna ji Sûriyeyê de tên.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1630 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:59:07
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x