NY, derbarê operasyona Tirkiyê ya ser Rojavayê Kurdistanê daxûyanî da

Netewên Yekbûyî (NY), daxwaza rêzgirtina serweriya Sûriyê li ser êrîşa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê kir û diyar kir ku divê xwe ji çareseriya leşkerî dûr bixin.

28.07.2022, Per - 06:06

NY, derbarê operasyona Tirkiyê ya ser Rojavayê Kurdistanê daxûyanî da
Nuçe Belav bike

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ferhan Heq her wiha li ser operasyona muhtemel a Tirkiyê ya ser Rojavayê Kurdistanê bang li hemû aliyan kir ku rêzê li serweriya xaka Sûriyê bigirin û xwe ji çareseriya leşkerî dûr bixin.

Roja Sêşemê Encûmena Ewlekariya Navdewletî civîneke awarte li ser êrîşên Tirkiyê yên ser Herêma Kurdistanê kir û di civînê de Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên bang li Encûmena Ewlekariya Navdewletî kir ku Tirkiyê neçar bike ku hêzên xwe ji Iraqê vekişîne û malbatên kesên di topbarana 20ê Tîrmehê de canê xwe ji dest dane qerebû bike.

Nûnerê Tirkiyê yê Encûmena Ewlekariya Navdewletî red kir ku wan ew êrîş pêk anîce û diyar kir ku wan ji Iraqê xwestiye ku komîteyeke hevbeş ji bo lêkolînê li ser bûyerê pêk bînin lê Fuad Husên teqez kir ku tevî ku wan hemû belge hene ku berpirsyariya Tirkiyê di topbaranê de îsbat jî bikin lê Enqerê daxwazeke fermî jî heta niha negihandiye Bexdayê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 573 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:00:49
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x