Parîs: Gora Leyla Bedirxanê ji windabûnê hat rizgarkirin

Piştî xebateke dirêj a bi dehan welathezên Kurd, gora hunermend Leyla Bedirxanê li Parîsa paytexta Fransayê ji tunebûnê hat rizgarkirin.

05.05.2025, Pts - 11:37

Parîs: Gora Leyla Bedirxanê ji windabûnê hat rizgarkirin
Nuçe Belav bike

Temenê gora Leyla Bedirxanê heta sala 2054an hat dirêjkirin. Eger dema gora Leyla Bedirxanê nehata dirêjkirin dê gora wê li goristana “bêkasan” bihata veşartin.

Nivîskarên Kurd Ahmet Kardam û Osman Aydin bi daxuyaniyeke hevpar eşkere kir ku gora hunermenda navdar Leyla Bedirxana keça Ebdulrezaq Bedirxan, piştî hewldaneke demdirêj ji tunebûnê hatiye rizgarkirin û maweyê parastina wê 30 salên din hat dirêjkirin.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku sala bi alîkariya gelek welathezên Kurd, gora Leyla Bedirxanê li Goristana Saint-Cloudê ya Parîsê hatiye dîtin.

Piştî vê mizgîniyê hat zanîn ku maweyê gora Leyla Bedirxanê û mêrê wê Henri Touache 22yê Tîrmeha 2024yan diqede.

Ji bo nûkirina derbarê gorê, divabû mirovekî ji malbatê serlêdan bikira da ku cihê gorê dîsa bikiriya.

Hat eşkerekirin ku xwarziya Leyla Bedirxanê Herman Pinkasfeldê serlêdan kiriye û gor hatiye parastin.

Xebatên hêja yên welathezên Kurd

Di berdewamiya daxuyaniyê de amaje bi xebateke hevbeş a çend welathêzên Kurd hat kirin û wiha hat gotin:

“Gora Leyla Bedirxan bi alîkariya Pascal Boran, Mucahît Ozden Hûn, Behîce Ferîde Demîr, Leyla (Safiye) Ataç, Rohat Alakom, Saadet Irmak, Fatma Toksoy û Cihan Bazencir hat dîtin.

Bi alîkarî û hewldana kesayetiyên wekî Leyla (Safiye) Ataç, nivîskara pirtûka "Prensesa Kurd a Dansê Leila Bedirxan", Ramazan Yildiz û bi rêberiya Hesen Çakir, nivîsên li ser gorê hatin nûkirin û tamîrên pêwîst hatin kirin.

Pervîn Chakarê mizgînî dabû

Hunermend Pervîn Chakarê soprano ya Kurd a ku mizgîniya dîtina gora Leyla Bedirxan gihandibû 450 hezar kesan, 17ê Adarê 2024ê  li Parîsê ji bo bîranîna Leyla Bedirxanê resîtalek pêk anîbû.

Pervîn Chakarê ev resîtal bi derfetên xwe yên şexsî pêk anîbû.

Bi rêya têkiliyên ku Leyla Ataçê bi malbata Pinkasfeldê re danîbû, Danielle Pinkasfeld ji bo dirêjkirina maweyê gorê serlêdan kir.

Di 3yê Hezîrana 2024an de Osman Aydin jî nameyekê ji Serokê Şaredariya Saint-Cloudê Eric Berdoati re şand û xwest ku maweya gorê bê dirêjkirin.

Di tebaxê de şaredariyê biryar dabû ku heta biryara dawî ya serlêdana Danielle Pinkasfeldê were dayin, dê gor neyê firotin û di Kanûna Paşîn a 2025an de jî biryar da ku ger mesrefê dirêjkirina gorê were dayin, dê maweya gorê bê dirêjkirin.

Ramazan Yildiz, Danielle Pinkasfeld, Behîce Ferîde Demîr, Leyla (Safiye) Ataç û Esma Akbalik di nav xwe de pereyên pêwîst kom kirin.

Dawiyê 5ê Adara 2025an Şaredariya Saint-Cloudê biryara xwe ya dawî ragihand û diyar kir ku maweya gora Leyla Bedirxanê heta 21ê Tîrmeha 2054an, yanî heta 30 salî hatiye dirêjkirin.”

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin ku piştî 30 salan dê nifşên nû yên Kurd vê berpirsyariyê bigirin ser xwe û mîrata neteweyî biparêzin.

Leyla Bedirxan kî ye?

Leyla Bedirxan (1908-1986) yek ji hunermendên herî navdar a Kurdan e.

Ew wekî hunermenda dans û baleyê ya navdar û damezirînereke dansa modern a neteweyî ya Kurd tê nasîn.

Keça Ebdulrezaq Bedirxan, endama malbata Bedirxaniyan e. Ew sala 1974an li Goristana Saint-Cloudê ya Parîsê hatiye definkirin.

Leyla Bedirxan hem bi huner û hem jî bi têkoşîna xwe ya ji bo nasandina çanda Kurdî ya neteweyî li dinyayê, cihekî girîng di dîroka gelê Kurd de digire.

 

Vî nûçeyê tevayî: 89 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:45:00
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x