Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz piştî 2 salan bi rêya telefonê bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re axivî û jê xwest ku leşkerên xwe ji Ukraynayê vekişîne.
erdevkê Hikûmeta Almanyayê Steffen Hebestreit hevdîtina Scholz û Putin piştrast kir.
Li gorî EuroNewsê, Olaf Scholz şerê Rûsyayê şermezar kir û ji Putin xwest ku hêzên Rûsyayê ji nav axa Ukraynayê vekişîne.
Scholz her wiha ji Putin xwestiye ku ji bo aştiyê bi Ukraynayê re dest bi danûstandinan bike.
Şêwirmendê Almanyayê diyar kiriye ku Almanya dê di şerê dagirkeriya Rûsyayê de piştgiriya Ukrayanyê bike û dê hevkarî û alîkariyên Almanyayê yên ji bo Ukraynayê jî berdewam bikin.
Li gorî gotina Hebestreit, Olaf Scholz beriya bi Putin re biaxive bi Serokkomarê Ukraynayê Volodimir Zelenskiy jî re hevdîtinek kiriye.
Berdevkê Hikûmeta Almanyayê eşkere kir ku dê danûstandinên Scholz-Zelenskiy dê berdewam bikin.
Destpêkirina aloziyên Rûsya û Ukraynayê
Rûsyayayê cara yekem 2014an de bajarê Qirimê yê Ukraynayê dagir kir.
Piştî dagirkirina Qirimê li bajarê Donbasê jî alîgirên Rûsyayê li herêmên Luhansk û Donetskê li dijî serweriya Ukraynayê serî hilda.
Alîgirên Rûsyayê li Luhansk û Donetskê bi alîkariya Rûsyayê li dijî Ukraynayê dest bi şer kir û 2 komar ava kirin.
Rûsyayê bi di çarçoveya dagirkirina Ukraynayê de her du komar jî kontrol kirin.
Vladimir Putin 5ê Çiriya Pêşîn a 2022yan biryar derxist ku bajar, herêm û bajarokên Ukraynayê yên wekî Donetsk, Luhansk, Herson Zaporijya êdî girêdayî Rûsyayê ne.
Sibata 2022yan jî de Rûsyayê bi îdiaya “Divê Ukrayna ji Naziyan were paqijkirin” li dijî Ukraynayê dest bi operasyoneke mezin kir.
Heta niha jî li rojhilatê Ukraynayê pevçûnên dijwar di navbera Artêşa Rûsya û Ukraynayê de hene.