Xelata Sakharovê pêşkêşî Jîna Emînî hat kirin

Li Parlementoya Ewropa Xelata Sakharovê pêşkêşî keça Kurd Jîna Emîniya ji Seqizê ku par polîsên exlaqî yên Îranê ew kuştibû hat kirin.

12.12.2023, Sal - 19:30

Xelata Sakharovê pêşkêşî Jîna Emînî hat kirin
Nuçe Belav bike

Lê ji ber ku rê li ber malbata Jîna Emînî nehate dan ku biçe Strasborgê, parêzerê malbata wê li ser navê wan ew xelat wergirt.

Xelata Sakharovê xelata mafên mirovan e ku her sal ji bo “rêzgirtina kes û rêxistinên ku mafên mirovan û azadiyên bingehîn diparêzin” tê dayîn.

Parlementoya Ewropayê îsal Jîna Emînî û Tevgera “Jin, Jiyan, Azadî” hêjayî xelata Sakharovê hatin dît.

Piştî mirina Jîna Emînî li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di bin dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” dest bi xwepêşandanan hatibû kirin.

Her yek ji Efsûn Necefî û Mersedê Şahînkar wek nûnerên Tevgera Jin, Jiyan, Azadiyê ew xelat wergirtin.

Îranê rê neda bavê Jîna Emînî biçe xelat werbigire

Berî çend rojan dema ku bavê Jîna Emînî xwestibû ji bo wergirtina wê xelatê biçe Strasburgê rêgirî lê hate kirin.

Ew yek bû sedema nerazîbûna Parlamentoya Ewropayê.

Parlamentoya Ewropayê xwest ku Îran rê li ber wan negire lê Îranê dîsa ya xwe kir.

Xelat, îro li Parlamentoya Ewropayê ya li bajarê Strazburga Fransayê bi merasîmekê hat dayîn.

Salih Nîkbext li şûna malbata Jîna Emînî xelat wergirt

Parêzerê malbatê Salih Nîkbext li ser navê malbatê xelat wergirt.

Salih Nîkbext li Parlamentoya Ewropayê gotara dayîka Jîna Emînî pêşkêş kir.

Di gotarê de hate gotin ku Jîna bû sembola azadiyê û xewna rizgariyê ji cihê jidayîkbûna xwe Kurdistanê.

Pêştir 3 jinên Kurd heman xelat wergirtiye

Jîna Emînî piştî Leyla Zana, Nadya Mûrad û Lamya Beşar dibe sêyemîn keça Kurd a ku ev xelat wergirtiye.

Xelata Azadiya Raderbirînê ya Sakharovê xelateke salane ye ku ji sala 1988an ve ji bo parêzvanên azadî û mafên mirovan tê dayîn.

Keça Kurd Jîna Emîniya 22 salî di Îlona 2022yan de serdana Tehranê kiribû û ji aliyê polîsên exlaqî yên Îranê ve bi tohmeta ku çarşefa xwe “ne guncav girê daye” hatibû girtin.

Jîna piştî çend rojan canê xwe ji dest da, bavê wê, Emced Emînî wê demê ji Rûdawê re ragihandibû ku wê bi lêdana polîsan canê xwe ji dest daye.

Jin, Jiyan, Azadî bûbû remzek

Piştî mirina Jîna Emîniyê li Îran û Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandanên mezin dest pê kirin û di wan xwepêşandanan de jinan rola sereke lîstin ku dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” bû remzek.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 637 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:37:01
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x