Yekîtiya Ewropayê piştgirî da peymana Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer

Yekîtiya Ewropayê piştgiriya xwe ya ji bo peymana Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer eşkere kir û got, “Ji bo aramiyê rê xweş dike.”

12.03.2025, Çar - 10:46

Yekîtiya Ewropayê piştgirî da peymana Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer
Nuçe Belav bike

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer 10ê Adarê peymanek îmze kir.

Yekîtiya Ewropayê bi daxuyaniyekê piştgirî da vê peymanê û got, "Ji bo zêdebûna aramiyê û paşerojeke çêtir ji bo Sûriyeyiyan rê xweş dike."

Li gorî daxuyaniyê, Yekîtiya Ewropayê aliyên pêwendîdar teşwîq dike ku li ser bicihanîn û piştgirîdayîna peymanê bixebitin.

Xalên peymana Ebdî û Şer ev in:

1- Garantîkirina mafê hemû Sûriyeyiyan di nûnertî û beşdariyê di pêvajoya siyasî de û di hemû saziyên dewletê de li gorî pisportiyê bêyî ku girêdana wan a olî û etnîkî di ber çavan re were derbaskirin.

2- Civaka Kurdan di dewleta Sûriyeyê de civakeke resen e û dewleta Sûriyeyê mafê wan ê hevwelatîbûn û hemû mafên wan ên destûrî misoger dike.

3- Agirbesta li seranserê axa Sûriyeyê.

4- Tevlîkirina hemû saziyên sivîl û leşkerî yên li bakurrojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya birêveberiya dewleta Sûriyeyê de, di nav de deriyên sînorî, firokexane, zeviyên petrol û gazê.

5- Garantîkirina vegera hemû koçberên Sûriyeyî ku biçin gund û bajarên xwe û parastina wan ji aliyê dewletê ve.

6- Piştgiriya dewleta Sûriyeyê di rûbirûbûna bermayiyên Esed û hemû wan gefên ku ewlehî û yekparçeyiya axa wê tehdît dikin.

7- Redkirina daxwazên parçekirin û helwestên kîndarî û hewldanên derxistina tevliheviyan di navbera pêkhateyên civaka Sûriyeyê de.

8- Komîteyên birêvebirinê dê kar ikin û hewl didin ku peyman were bicihkirin bi rengekî ku heta dawiya vê salê derbas neke.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 103 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:44:22
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x