Azerbeycanê çeperên artêşa Ermenistanê bombebaran kirin
Hat ragihandin ku artêşa Azerbeycanê hinek çeperên artêşa Ermenistanê ku xeta sînor wekî baregeh bi kar dianîn îmha kirin.
Li gorî nûçeya CNN Tirkî ku dispêrê Wezareta Parastin a Azerbeycanê, li hemberî ihlalên agirbest a artêşa Ermenistanê hêzên Azerbeycanê şevê din bi êrişê bersiv dan. Li gorî daxuyaniyê artêşa Azerbeycanê hinek çeperên artêşa Ermenistanê ku li xeta sînor a bajarê Hocavendê wekî baregeh bi kar dianîn hatin îmhakirin. Wezaretê wêneyê êrişan ku ji hewayê hatibûn kişandin jî parve kir.
sputnık
Vî nûçeyê tevayî: 1877 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:49:32