Çiyagera Kurd ji sulava qeşagirtî ket û canê xwe ji dest da

Jina çiyager a ji Rojhilatê Kurdistanê Agrîn Lutfiye, ji sulava qeşagirtî ket û canê xwe ji dest da.

24.02.2024, Cts - 19:09

Çiyagera Kurd ji sulava qeşagirtî ket û canê xwe ji dest da
Nuçe Belav bike

Agrîn Lutfiyeya ku ji bajarê Sîneyê yê Rojhilatê Kurdistanê ye, yekemîn klûba jinên çiyager ava kiriye.

Agrîn Lutfiye yan jî bi navê din Gulsum û 4 çiyagerên din, roja 22yê Sibatê ji bo hilkişîn çûn ber Sulava Newayê ya nêzîkî Tahranê.

Li gorî îdiayan, Agrîn piştî 2 hevalên xwe hilkişiya li ser sulava qeşagirtî lê ji ber giraniyê, qeşa şkest û Agrîn ket.

Bi ketinê re, parçeyên qeşayê hilweşiyane li ser jina çiyager.

Li ser agadarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê diyar kir ku qeşa bi serê Agrîn Lutfiyeyê ketiye û ji ber vê sedemê jî canê xwe ji dest daye.

Agrîn Lutfiye sala 2014an li Rojhilatê Kurdistanê Klûba Çiyageran ava kiribû.

Agrîn, ji aliyê Federasyona Çiyageriyê ya Îranê ve bi fermî destûr wergirtibû.

Rahêner û mamosteyê çiyageriyê Agrîn Lutfiye di werzîşa cemedê de jî çalak bû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 217 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:31:19
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x