Di pîrozbahiyên Çarşema Sor de 14 kes mirin û 3 hezar û 253 kes jî birîndar bûn

Li Îranê di pîrozbahiyên "Çarşema Sor" de ji ber qezayên çêbûn 14 kes mirin û 3 hezar û 253 kes jî birîndar bûn.

13.03.2024, Çar - 11:56

Di pîrozbahiyên Çarşema Sor de 14 kes mirin û 3 hezar û 253 kes jî birîndar bûn
Nuçe Belav bike

Li Îranê gorî salnameya Şemsî Hicrî, Çarşema Sor çarşema dawiyê ya salê tê pîrozkirin.

Li Tehrana paytextê Îranê jî bi şev pîrozbahiyan dest pê kir.

Ji ber ku di pîrozbahiyan de fişengên hewayî, maytap û car caran teqemeniyên destçêkirî tên bikaranîn qezayên curbecur çêdibin.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Mehrê ji 20ê Sibatê ve ku amadehiyên pîrozbahiyê dest pê kir û heya 12ê Adarê saet 24:00an qezayên curbecur çêbûn.

Hat diyarkirin di pîrozbahiyên Çarşema Sor de li seranserê Îranê 14 kes mirin û 3 hezar û 253 kes jî birîndar bûn.

Li Îrana ku salnameya Şemsî Hicrî tê bikaranîn, Newroz 21ê Adarê dest pê dike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 180 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:48:03
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x