Fermandarê Îranî li Sûrîyeyê hat kuştin

Li navçeya Ebû Kemal a bi ser bajarê Dêra Zorê a Suriyê ve yek ji fermandarên Pasdarên Îranê Xeyrûllah Semedî, ku wekî dostekî nêzîk ê Qasim Silêmanî tê nasîn, hat kuştin.

19.11.2017, Paz - 07:43

Fermandarê Îranî li Sûrîyeyê hat kuştin
Nuçe Belav bike

Li gorî agahiyên ajansên Îranê yek ji fermandarên Pasdarên Îranê Xeyrûllah Semedî, ku di heman demê de wekî dostekî nêzîk ê fermandarê Hêza Qudsê yê Îranê Qasim Silêmanî jî tê zanîn, li Sûriyeyê li navçeya Ebû Kemal a bi ser bajarê Dêra Zorê ve di encama êrîşên DAIŞê de mir.

Xeyrûllah Semedî fermandarê Lîwaya Enar El-Mehdî bû, ku li Sûriyeyê bi artêşa Sûriyeyê li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê şer dike. Semediyê ku 48 salî ye, wekî dostekî herî nêzîk ê Qasim Silêmanî, Fermandarê Hêza Qudsê ya bi Pasdarên Îranê tê nasîn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1435 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:49:14
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x