Generalê malnişîn: Em dizanin çawa Qasim Suleymanî bikujin!

Generalekî berê yê artêşa Îsraîl dibêje, fermandeyê yekîna Quds ya pasdarên Îranê Qasim Suleymanî bûye hedefa me û em dizanin çawa wî bikujin.

24.11.2017, Cum - 09:44

Generalê malnişîn: Em dizanin çawa Qasim Suleymanî bikujin!
Nuçe Belav bike

Generalê berê yê artêşa Îsraîl Gîrşon Hekûhîn ji televîzyona İ24 ya Îsraîlî re gotiye, Qasim Suleymanî di hedefa Îsraîl de ye û dê di wextê xwe de were kuştin.

Gîrşon Hekûhîn amaje bi kuştina serkirdeyên Hemasa Filistînî ji aliyê Îsraîl ve kiriye û gotiye, ezmûna Îsraîl di kuştina neyarên xwe de heye, Qasim Suleymanî jî dê rojekî ji aliyê Îsraîl ve were kuştin.

Qasim Suleymanî, ku yekser fermanê ji Xaminêyî werdigire, bûye mihendisê “Hîlala Şîe” ya Îranê. Hîlala Şîe li Îsraîl jî diale.

Her wiha Îsraîl gelek caran gef li Îranê xwariye lê heta niha tiştekî wisa ciddî li dijî zêdegaviyên Îranê nekiriye.

basnews
Vî nûçeyê tevayî: 2025 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:15:01
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x