Îran: Bi rêkeftin an bê rêkeftin, em dê dewlemendkirina uranyumê bidomînin

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ragihand ku welatê wî "bi rêkeftin be yan jî na" dê dewlemendkirina uranyumê bidomîne.

19.05.2025, Pts - 10:18

Îran: Bi rêkeftin an bê rêkeftin, em dê dewlemendkirina uranyumê bidomînin
Nuçe Belav bike

Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Donald Trump, Steve Witkoff ragihand ku ew dê bi ti awayî rê nedin ku Îran uranyumê dewlemend bike.

"Bi rêkeftin a bê rekeftin..."

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî derbarê mijarê wekî bersiv li ser Xê daxuyaniyek belav kir û got:

"Eger Amerîka dixwaze piştrast be ku Îran çekên atomî bi dest naxe, rêkeftin nêzîk e, em amade ne ji bo guftûgoyên cidî bikin da ku em bigihîjin çareseriyekê ku her tim vê piştrastiyê bide.

Lê dewlemendkirina uranyumê li Îranê, bi rêkeftin be yan jî na dê berdewam bike."

Niha Îran uranyumê bi rêjeya ji sedî 60 dewlemend dike ku ji rêjeya ji sedî 3,67 ku di rêkeftina sala 2015an de hatibû diyarkirin gelekî zêdetir e lê ji rêjeya ji sedî 90 ku ji bo çêkirina çekên atomî pêwîst e kêmtir e.

Tehran dibêje, armancên wê yên atomî "tenê ji bo armancên sivîl in û bi temamî aştiyane ne."

Her wiha teqez dike ku mafê domandina dewlemendkirina uranyumê ji bo armancên aştiyane "ne cihê guftûgoyê ye."

Lê belê Îran dibêje ku ew amade ye ji bo sînordarkirineke demkî.

"Rawestandina dewlemendkirinê nayê qebûlkirin"

Serokê Ajansa Enerjiya Atomî ya Îranê Mihemed Îslamî çarşema borî dubare kir ku Tehran "hewl nade atomê leşkerî bike" û got dewlemendkirin di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de ye û got, "Rawestandina dewlemendkirinê nayê qebûlkirin."

Eraqçî roja yekşemê her wiha ragihand ku welatê wî amade ye baweriyê li gel wan hêzên mezin ên Ewropayê ava bike ku lêkolînê li ser dubare sepandina sizayên Neteweyên Yekbûyî li ser Komara Îslamî dikin, ev jî di çarçoveya rêkeftina atomî ya sala 2015an de.

Eraqçî di Foruma Diplomasiyê ya Tehranê de axaftinek kir û tê de got:

"Îran amade ye, eger viyaneke rastîn û rêbazeke serbixwe ji aliyê hêzên Ewropayê ve bibîne, rûpeleke nû di pêwendiyên xwe yên ligel Ewropayê de veke.

Eger Ewropa viyana pêwîst ji bo rastkirin û serastkirina vê rêbazê hebe, Îran ti astengê li ber avakirina baweriya hevpar û berfirehrkirina pêwendiyan nabîne."

Roja înê, dîplomatên payebilind ên Îranê ligel hevtayên xwe yên Brîtanya, Fransa û Almanyayê ji bo guftûgokirina li ser rewşa dan û standinên atomî yên di navbera Amerîka û Îranê de civiyan.

Civînên Îran û Amerîkayê

Tehran çar dewreyên dan û standinên atomî bi Washingtonê re pêk anîne ku bilindtirîn asta pêwendiyên di navbera van her du welatan de bûye ji wê demê ve ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji rêkeftina atomî ya sala 2015an vekişiyaye.

Serokê Amerîkayê Donald Trump di sala 2018an de di navbera serdema yekem a serokatiya xwe de, bi rêya vekişîna yekalî û dubare sepandina cezayan li ser hinartina petrolê û kerta bankî ya Îranê, rêkeftin pûç kir.

Her sê hêzên mezin ên Ewropayê ku beşdarî rêkeftina 2015an bûbûn, gengeşeya wê dikin ku gelo mekanîzmaya "snapback" (vegera lezgîn) çalak bikin an na.

Ev mekanîzm sizayên Neteweyên Yekbûyî di rewşa pêbendnebûna Îranê de vedigerîne. Ev vebijêrk di meha Çiriya Paşîn a îsal de bi dawî tê.

Medyaya Îranî ji zarê Eraqçî veguhest ku dibêje, pêwîst e Ewropayî roleke mezintir di dan û standinên atomî yên di navbera Amerîka û Îranê de bigirin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 92 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:42:27
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x