Îran: Me bersiva nameya Trump da

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ragihand ku wan bersiva nameya Serokê Amerîkayê daye û bersiv bi rêya Umanê hatiye şandin.

28.03.2025, Cum - 11:14

Îran: Me bersiva nameya Trump da
Nuçe Belav bike

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ji Ajansa Fermî ya Îranê re ragihand ku bersiva fermî ya Îranê ji bo nameya Serokê Amerîkayê bi awayekî guncaw û bi rêya Umanê hatiye şandin.

Ebas Eraqçî, "Bersiva fermî ya Îranê ji bo nameya Trump, roja çarşemê, 26ê mehê bi rêya Umanê hat şandin.

Ev bersiva fermî nameyek e ku tê de nêrîn û boçûna me li ser rewşa niha û nameya birêz Trump e ku bi awayekî zelal hatiye şirovekirin û gihîştiye aliyê beramber."

Eraqçî tekez li ser wê yekê dike ku siyaseta wan heman siyaseta berê ye ku nebûna danûstandinên rasterast e di bin zexta zêde û gefên leşkerî de, lê danûstandinên nerasterast, wekî berê jî hebûye, dikare berdewam bike.

Her wiha Eraqçî diyar kir danûstandinên nerasterast di kabîneya Hesen Rûhanî û Îbrahîm Reîsî de jî hebûne.

Roja 12ê Adara îsal, şêwirmendê Serokê Îmaratê nameya Serokê Amerîkayê ji bo Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamîneyî gihand Tehranê.

 

Vî nûçeyê tevayî: 133 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:30:13
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x