Serokê Parlamentoya Îranê Muhammed Baqir Qalîbaf hişyarî da Amerîkayê û got, "Eger hewl bidin êrişî Îranê bikin, ev dê bibe wek pêxistina agir di bermîleke barûdê de û dê tevahiya herêmê bişewitîne.”
Muhammed Baqir Qalîbaf diyar kir ku eger Amerîka êrişî wan bike wê demê ne baregehên wan ên leşkerî û ne jî hevpeymanên wan dê di ewlehiyê de bin."
Serokê Parlamenoya Îranê li Tehranê di meşa Roja Cîhanê ya Qudsê de axivî.
Qalîbaf diyar kir ku pirsa Filistînê ne tenê cîhana Îslamê lê hemû mirovahiyê eleqedar dike û got:
"Ev pêvajo, bi koçberkirin, komkujî, girtîgeh, sûîkast û şkenceya gelê Filistînê bûye zulmeke mezin.
Ev rewş, nîşaneya nakokiya mezin a di navbera gotinên civaka rojavayî û kiryarên wan de ye.
Ev bûyerên ku diqewimin, dê wekî belgeyeke şermê li ser eniya şaristaniya rojavayê bimînin."
"Dan û standina di bin gefê de, di rastiyê de hewldaneke zext û ferzkirinê ye"
Qalîbaf eşkere kir ku Amerîka bi gotina dan û standinê dixwaze Îranê bê parastin û bê çek bihêle û wiha got:
“Dan û standina di bin gefê de, di rastiyê de hewldaneke zext û ferzkirinê ye.
Amerîka ne tenê mafên aborî yên gelê Îranê înkar dike, di heman demê de bi gotina dan û standinê bi kar tîne da ku hêza me ya parastinê jî ji me bistîne.
Gelê me baş dizane ku dan û standineke ku dijmin hewl dide daxwazên xwe bi darê zorê ferz bike, destpêka şer e.
Ti miletekî hişyar û wêrek daxwazeke wiha qebûl nake."
"Helwesta Serokê Amerîkayê bi tevahî zordarî ye"
Muhammad Baqir Qalîbaf behsa nameya Donald Trump a ji Elî Xamineyî re şandiye kir û got:
"Di nameyê de ti pêşniyazeke têkûz a li ser rakirina dorpêçan nîne.
Helwesta Serokê Amerîkayê bi temamî zordarî ye. Ew bi hevalbendên xwe re jî bi rengekî biçûkxistinê û bi pêwendiyeke serok-xulam diaxive.
Gelê Îranê ne tê xapandin ne jî tiştek bi darê zorê lê tê ferzkirin.
Em bi piştgiriya gelê xwe, rêberê xwe yê zana û hêza parastinê ya hêzên çekdar ên ku her tim amade ne li qadê rast disekinin û ji ti gefan natirsin.
Amerîkî jî lawaziyên xwe baş dizanin. Eger bixwazin êrişî Îranê bikin, ev dê bibe wekî çirûskekê ku li ser bermîleke barûtê hatibe avêtin û dê tevahiya herêmê bişewitîne.
Wê çaxê ne baregehên wan ên leşkerî û ne jî hevalbendên wan dê di ewlehiyê de bin."
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî jî eşkere kir ku wan bi rêya Umanê bersiva nameya Donald Trump daye.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê got, "Nameya Serokê Amerîkayê gihîşt destê me û bi baldarî hat nirxandin.
Name xwedî çend aliyên cuda ye û di beşekê de gef heye lê em destûrê nadin ku kesek bi zimanê gefê bi gelê Îranê re biaxive.
Bêguman name hewl dide paceyekê ji bo dîplomasiyê jî veke.
Me name bi baldarî nirxand û şîroveya me ji bo aliyên cuda yên wê heye û me bi awayekî guncaw bersiva xwe gihand aliyê Amerîkî."
Amerîkayê bi rêya Îmaratê name gihandibû destê berpirsên Îranê.
Elî Xamineyî 21ê Adara 2025an gotibû, "Divê Amerîkî û siyonîst zanibin ku em ti carî ne xwediyê planên şer û pevçûnê bûne lê eger kesek plan bike, em dê bi tundtirîn awayî bersiva wî bidin."
Trump: Eger Îran neyê maseyê dê ji bo wan pir xerab be
Serokê Amerîkayê Donald Trump di hevpeyvîna xwe ya bi Fox Businessê re gotibû ku wî nameyek ji Rêberê Dînî yê Îranê Elî Xamineyî re şandiye.
Trump di hevpeyvînê de diyar kiribû ku di nameya ku ji Xamineyê re şandiye de xwestiye li ser peymaneke nukleerî bi Îranê re dan û standinê bike.
Serokê Amerîkayê hişyarî da Îranê jî û got, "Min got hêvî dikim hûn dan û standinan bikin ji ber ku ev dê ji bo Îranê baştir be.
Alternatîfa din ew e ku em neçar bimînin tiştekî bikin. Ji ber ku em nikarin destûrê bidin çekeke din a nukleerî.
Eger Îran neyê ser maseya dan û standinanê ev dê ji bo wan pir xerab be. Nabe Îran bibe xwedî çekên nukleerî. Alternatîfên din jî hene."