Li Îranê protesto li 10 bajarên mezin belav bûn!

Li Îranê gel li dijî bihabûn û feqîriyê derketine sikakan û hikûmet protesto kirin. Pêşiyê protestoyan li bajarên piçûk dest pê kirin, lê di demeke kin de li bajarên mezin jî belav bûn. Herî dawî protesto gihane paytextê Îranê Tehranê.

03.08.2018, Cum - 09:23

Li Îranê protesto li 10 bajarên mezin belav bûn!
Nuçe Belav bike

Piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump xwe ji pişt peymana nûkleerî ya bi Îranê re vekişand û dorpêç danî ser Îranê; pereyên Îranê li hember dolarên Amerîkayê, nîvê bihayê xwe winda kir.

Ji xeynî vê jî li Îranê her tişt gelekî biha bûye.

Êdî piştî van geşedanan, gelê Îranê derketin sikakan û hukûmeta Îranê protesto kirin.

Di sala 2015an de Îran bi hêzên dinyayê re levhatinek çêkir û biryar da ku çekên nûkleer hêzdartir neke û wan kêm bike. Li ser vê yekê jî dorpêça li ser Îranê hatibû rakirin. Piştî ku dorpêç hate rakirin, gelek şirketên mezin razemenî li Îranê kirin.

Lê belê Serokê Amerîkayê Donald Trump xwe ji pişt peymana bi Îranê re vekişand û gelek şirketan jî xwe ji Îranê vekişandin. Ev jî bû sebeba qeyrana aborî.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1389 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:36:30
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x