Îran dixwaze bi rêya PKK û Heşda Şeibî astengiyan ji Kurdistanê re derxîne

Mamostayekî zanko dibêje, Îran dixwaze bi rêya PKK û Heşda Şeibî ji Herêma Kurdistanê re kêşe û arîşeyan derxîne.

17.05.2017, Çar - 10:15

Îran dixwaze bi rêya PKK û Heşda Şeibî astengiyan ji Kurdistanê re derxîne
Nuçe Belav bike

Mamostayê zanistên siyasî li zankoya Selahedîn ya Hewlêrê Dr. Hisamedîn Gilî ji BasNewsê re got, Îran bi navê alîkariyê derbasî Sûriyê dibe lê niyet û armanca wî welatî tiştekî din e, dixwaze bi rêya PKK û Heşda Şeibî, kêşe û arîşeyan bo Herêma Kurdistanê derxîne.

Dr. Hisamedîn Gilî her wiha got, hedefa Îranê ew e ku Til Efer û Şingalê bike yek û ji wir derbasî Sûriyê bibe û “Hîlala Şîe” ava bike.

Wî mamostayê zankoyê anî ziman ku Şingal bo Îranê girîng e ji ber ku dikeve ser sînorê Sûriyê. Eger Îran hêzên xwe li Şingalê bicîh bike kengê bixwaze dikare derbasî Sûriyê bibe. Ji aliyekî din dikare Mûsil û Kerkûkê jî bixe bin kontrola xwe.

Li gorî wî mamostayê zankoyê, eger Îran nekare li Şingalê bicîh bibe dê bi rêya Til Eferê re wî karî bike û herêmeka şîe pêk bîne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1596 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:11:46
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x