îran: Em rê nadın Iraq parçe bıbe

Serokwezîrê Iraqê di gera xwe ya Rojhilata Navîn de, piştî Erebîstana Siûdî serdana Îranê kir û bi Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî û rêberê olî Ayetullah Elî Xamaney re civîya.

21.06.2017, Çar - 06:52

îran: Em rê nadın Iraq parçe bıbe
Nuçe Belav bike

Serokomariya Îranê li ser hevdîtinê daxuyanîyek belav kir û tê got, Ebadî û Ruhanî li ser pêwendiyên navbera Bexda-Tehran, rewşa siyasî ya Iraqê û deverê û herwiha mijara referandûma Herêma Kurdistanê bi hev re gotûbêj kirin.

Di daxuyaniyê hat gotin, Ebadî di civînê de ji Ruhanî re gotiye: "Her tevgereke li Iraqê ku berevajiyê yekparçebûna welat be, neyasayî ye û nayê qebûlkirin."

Li gor daxuyanîyê Hesen Ruhanî jî li ser heman mijarê axivî û behsa yekparçebûna xaka Iraqê kir û wiha got: "Her tevgerek ku yekîtî û yekparçebûna Iraqê lawaz bike, di berjewendiya ti kesî de nîne û nayê qrbûlkirin."

Li gor medya Îranê, di hevdîtina Serokwezîrê Iraqê ya ligel Rêberê Olî yê Îranê Ayetullah Elî Xameney de jî behsa mijara referandûma Herêma Kurdistanê hatiye kirin û hatiye gotin ku Îran rê nade parçekirina Iraqê.

Li gorî agahiyan Xamaney diyar kiriye, dabeşkirina Iraqê ji aliyê Îranê ve nayê qebûlkirin û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî jî di bersivê de gotiye ku dabeşkirina Iraqê karekî neyasayî ye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1279 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:57:09
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x