Îranê li ser êrişa li baregeha Amerîkayê ya li Urdunê daxuyanî da

Grûpa çekdar a nêzîkî Îranê ya bi navê Berxwedana Îslamî ya Îraqê ragihand ku wan li sînorê Sûriye-Urdunê êrişî hêzên Amerîkayê kiriye.

29.01.2024, Pts - 12:08

Îranê li ser êrişa li baregeha Amerîkayê ya li Urdunê daxuyanî da
Nuçe Belav bike

Di êrişa dronî de 3 leşkerên Amerîkayê canê xwe ji dest dabû û 25 jî birîndar bûn.

Serokê Amerîkayê Joe Biden diyar kir ku “komên çekdar ên radîkal ên ku Îran piştgirîya wan dike” êriş encam daye.

Li aliyê din Îranê îdiayên hatine kirin red kirin.

“Îranê ev tawan red kir”

Li gorî ajansa fermî ya Îranê IRNAyê, Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Nasir Kenanî got, “Ev îdia bi mebestên siyasî, ji bo berovajîkirina rastiyên li herêmê tên kirin.”

Nûnertiya Îranê ya li Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku ti pêwendiya welatê wan bi êrişa li dijî hêzên Amerîkayê re nîne.

IRNAyê cih da daxuyaniya Nûnertiya Îranê ya li Neteweyên Yekbûyî.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

“Ti pêwendiya Îranê bi êrişê re nîne.

Pevçûn di navbera hêzên Amerîkayê û hêzên berxwedanê yên li herêmê de bi armanca tolhildanê tên kirin.”

Berxwedana Îslamî: Me êrişî hêzên Amerîkayê kir

Berxwedana Îslamî ya Îraqê eşkere kir ku wan bi dronan êrişî hêzên Amerîkayê kiriye.

Koma Berxwedana Îslamî ya Îraqê daxuyaniyeke nivîskî weşand û îdia kir ku wan danê sibehê bi balafirên bêmirov êrişî baregehên El Şedadî, Rukban û Tenefê yên li Sûriyeyê kiriye.

Di daxuyaniyê de hat îdiakirin ku grûpan bi awayekî hemwext êrişî Tesîsa Deryayî ya Zevûlûna li Îsraîlê jî kiriye.

Êrişa hewayî ya li dijî hêzên Amerîkayê

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Koşka Spî, Biden got:

“Şeva borî li dijî hêza me ya li ser sînorê Urdun-Sûriyeyê êrişa hewayî pêk hat û di encamê de 3 leşkerên me hatin kuştin û gelek leşker jî birîndar bûn.”

Biden diyar kir ku ew hîn derbarê êrişê de agahiyan berhev dikin û got:

“Em dizanin ku êriş ji aliyê komên çekdar ên radîkal ên li Sûriye û Îraqê ku Îran piştgiriya wan dike ve pêk hatiye.”

Biden diyar kir ku di demeke guncav de ew dê bersiva êrişan bidin û dê di vî şerî de li ber xwe bidin.

Daxuyaniya CENTCOMê: 3 mirî, 25 birîndar

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) jî daxuyaniyeke nivîskî parve kir.

CENTCOMê bal kişand ser êrişa li Urdunê û diyar kir ku di encama êrişê de 3 leşkerên Amerîkî hatine kuştin û 25 leşker jî birîndar bûne.

Hikûmeta Urdinê ragihand ku êrişa hêzên Amerîkî ne li ser xaka wan lê ji binkeya Tenefa li ser sînorê Sûriyeyê pêk hatiye.

Trump daxuyanî da: Ez serok bûma ev êriş çênedibû

Siyaseta Amerîkayê ji êrişa Urdunê hikûmeta Biden berpirsyar dibîne.

Li pey bertekan Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump jî daxuyanî da.

Trump, Biden bi “rêdayîna Îranê” tawanbar kir.

Trump ji malbatên leşkerên hatine kuştin re sersaxî xwest û got:

“Ev êrişa hovane ya li ser Amerîkayê encameke din a tirsnak û trajîk a lawazbûn û teslîmiyeta Joe Biden e.”

Trump îdia kir ku dema ew Serok bû Îran lawaz ketibû û wiha axivî:

“Berî sê salan Îran lawaz bû, bêpere bû û bi tevahî ketibû bin kontrolê.

Bi saya siyaseta min a zext, rejîma Îranê herî zêde karîbû bi zorê du dolaran ji bo fînansekirina alîgirên xwe yên terorîst berhev bike.

Piştî min Joe Biden hat û bi qasî milyar dolaran da Îranê.

Rejîmê ev pere ji bo ku li Rojhilata Navîn xwînê birijîne û qetlîaman bike bi kar anîn.”

Trump herî dawî got:

“Eger ez serok bûma, ev êriş QET pêk nedihat. Şansekî wan jî çênedibû.

Ango êrişa Hamasê ya ku Îran piştgirîya wê dike dê li Îsraîl jî qet pêk nehatiba.

Şerê li Ukraynayê jî qet nedibû. Dê li seranserê cîhanê aştî heba. Li cihê vê em li ber şerê cîhanê yê sêyemîn in.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 329 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:59:37
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x