Îranê rê neda ku malbata Jîna Emîniyê biçe Fransayê

Hêzên ewlehiyê yên Îranê li Balafirgeha Îmam Xumeyniyê ya Tehranê rê neda ku malbata Jîna Emîniyê ji bo wergirtina xelata Saxarovê biçe Fransayê.

10.12.2023, Paz - 08:04

Îranê rê neda ku malbata Jîna Emîniyê biçe Fransayê
Nuçe Belav bike

Li gorî rapora Rêxistinên Mafên Mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê doh hêzên ewlehiyê yên Îranê ji dayik Mujgan Îftixarî, bav Emced Emînî û birayê Jîna Emîniyê, Eşkan Emînî re gotin ku derketina derve li wan hatiye qedexekirin û dest danîn ser pasaportên wan.

Hêzên ewlehiyê tenê rê daye parêzerê malbata Jîna Emîniyê, Salih Nîkbext ku biçe Fransayê û biryar e di merasîma xelata Saxarovê de nûnertiya malbata Jîna Emîniyê bike.

Malbata Jîna Emîniyê ji aliyê Parlamentoya Ewropayê ve ji bo wergirtina xelata Saxarovê li bajarê Strasbourgê yê Fransayê bi awayekî fermî hat vexwendin.

Parlamentoya Ewropayê xelata Saxarovê ya 2023yan da Jîna Emîniyê û tevgera Jin, Jiyan û Azadiyê.

Merasîma dayîna xelatê dê 12ê Kanûna Pêşînê were lidarxistin.

Xelata Saxarovê ji kes û komên ku jiyana xwe ji bo parastina mafên mirovan û azadiya raderbirînê feda kirine tê dayîn.

Parlamentoya Ewropayê ev xelat sala 1988yan ji bo rûmeta welatiyê Rûsyayê Andrey Sakharov ragihand.

Keça Kurd Jîna Emîniya 22 salî Îlona 2022yan serdana Tehranê kiribû û ji aliyê polîsên exlaqî yên Îranê ve bi tohmeta ku pora xwe baş nenixumandiye hatibû desteserkirin û piştî 3 rojan ji ber şkenceyê canê xwe ji dest da.

Piştî mirina Jîna Emîniyê li Îran û Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandanên mezin dest pê kirin û di wan xwepêşandanan de jinan rola sereke lîstin.

Bavê Jîna Emîniyê, Emced Emînî berê li ser dayîna xelatê ji bo Jîna Emîniyê gotibû:

“Navê Jînayê li cîhanê bûye sembola azadî û wekheviyê. Hilbijartina Jînayê ji bo Xelata Saxarovê ku xelata herî girîng a mafên mirovan a Yekîtiya Ewropayê ye, nîşan dide ku hûn û civaka navneteweyî xema Jînayê û hevalên wê dikin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 423 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:03:00
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x