Tehran zextên xwe zêde dike, Bafil Talebanî çû Îranê

Serokê Yekitiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî ji bo hinek hevdîtinan çû Îranê.

11.09.2023, Pts - 05:49

Tehran zextên xwe zêde dike, Bafil Talebanî çû Îranê
Nuçe Belav bike

Li gorî malpera Nur Newsê ya ku nêzîkî Konseya Ewlehiya Bilind a Navneteweyî ya Îranê ye, şandeyeke YNKê ya bi pêşengiya Bafil Talebanî îro gihişt Tehranê.

Li gorî zanyariyên Nur Newsê, Bafil Talebanî dê bi rayedarên Îranê re hinek hevdîtinên girîng pêk bîne.

Zextên li ser partiyên Rojhilatê Kurdistanê zêde dibin

Li aliyê din, Hikûmeta Îranê ji Bexdayê dixwaze ku partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên ku li Herêma Kurdistanê ne werin bêçekkirin û li kampan bên bicihkirin.

Serdana Bafil Talabanî di vê dema ku Hikûmeta Îranê van xwestekên xwe li ser Bexdayê ferz dike de pêk hat.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 377 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:18:56
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x