HSDê bajarokê Hecîn kontirol kir

Hêzên Sûriya Demokratîk(HSD) bi hevkariya Hevpeymaniya Navnetewî bajarokê Hecîn li parêzgeha Dêrazorê bi temamî ji bin destê DAIŞê rizgar kirin.

14.12.2018, Cum - 09:05

HSDê bajarokê Hecîn kontirol kir
Nuçe Belav bike

Rewngeha Sûriyê ya Mafê Mirovan ku, navenda wê li Brîtanyayê ye di daxuyaniyekê de ragehand ku, di berdewamiya şerûpevçûnên di navbera HSD û çekdarên DAIŞê li navçeya Hecîn hêzên HSD bi alîkariya firokeyên Hevpeymaniya Navnetewî karîn wî bajarokî ji destê DAIŞê rizgar bikin.

Berî du rojan şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) derbasî nav bajarokê Hecîn yê Dêrazorê bibûnû pêşde diçûn, DAIŞê jî li nav bajêr de gelek tunêl çîkirbûn û bombe çandibûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1272 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:09:36
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x