Serokê Giştî yê PWK Mustafa Ozçelîk: Cejna Qurbanê Bila Bibe Destpêka Tifaqa Neteweyî û Azadîyê
Li her çar perçeyên Kurdistanê, li Rojhilata Navîn û li çar alîyên cîhanê, îsal jî di bin nîrên şer, pevçûn, kuştin, wêranî, neheqî, bêedaletî, binpêkêrina mafên neteweyî û mirovî de em pêşewazîya cejneke din a qurbanê dikin.
Em hêvî dikin ku, li Bakurê Kurdistanê ev cejn bibe destpêka bidawîanîna şerî, çek danînê, hûnandina hevkarî û tifaqên neteweyî û niştimanî û bidestxistina mafên neteweyî, demokratîk û azadîya welatê me.
Em hêvî dikin ku li Başûrê Kurdistanê, li ser esasê lêxwedîderketin, yekkirin û pêşdebirina destkeftîyên heyî, ev cejn bibe wesîleya lihevkirin û tifaqa neteweyî, niştimanî, bibe destpêka ava kirina hikûmeteke hevbeş ya neteweyî, bibe destpêka pêk anîna madeya 140î.
Em hêvî dikin ku li Rojavayê Kurdistanê ev cejn, li ser bernameya hevbeş a konferansa Qamişloyê ya ku di roja 26.04.2025ê li dar ketibû, bi temsîlîyeta şendeya kurdî ya ku hatîye dîyar kirin, bibe destpêka avakirina yekrêzîya nav mala kurd û hemû alîyên kurdî bi bernameyeke neteweyî bibin mixatabê Rêveberîya Şamê û mafên xwe yên neteweyî, demokratîk û statuyeke sîyasî bidest bixin.
Li Rojhilatê Kurdistanê bibe destpêka ava kirina tifaqa neteweyî û bidestxistina azadîyê.
Bi hêvîya ku li Rojhilata Navîn û li hemû cîhanê, ev cejn bibe destpêka bidawîanîna şerî, kuştin û wêranîyan; bibe wesîleya bicîhanîna nirxên azadî, demokrasî, edalet, wekhevîyê, mafên netewî û mirovan û nirx û hişmendîya jîngehê.
Li gel hemû êş û xem û keserên gelê me, em cejna qurbanê ya misilmanên Kurdistanê û hemû misilmanên cîhanê pîroz dikin.
Mustafa Ozçelîk
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)