Besê Hozat: Tenê Ocalan dikare çek ji şervanan bistîne

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat ragihand, biryarên Kongreya 12'emîn a PKK'ê, ku di nav de hilweşandina rêxistinê û bidawîkirina têkoşîna çekdarî heye, bi tenê bi misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pêkanîna gavên demokratîk, dikarin bikevin pratîkê.

27.05.2025, Sal - 10:20

Besê Hozat: Tenê Ocalan dikare çek ji şervanan bistîne
Nuçe Belav bike

Besê Hozat, di beşdariya xwe ya 'Bernameya Taybet' a televîzyona Medya Haberê de, rewşa siyasî û biryarên kongreya PKK'ê nirxand. Hozat da zanîn ku Kongreya 12'emîn a PKK'ê, ku li ser banga Abdullah Ocalan di navbera 5-7'ê Gulanê de li dar ket û biryara bingehîn a hilweşandina PKK'ê û bidawîkirina dema têkoşîna çekdarî girtiye.

Lêbelê, Hozat destnîşan kir, bicihanîn û pratîkirina van biryaran rasterast bi çend mercên bingehîn ve girêdayî ye. Wê got: "Rêvebirina vê pêvajoyê, yanî bicihanîn, pratîkirina biryara hilweşandin PKK'ê, rawestandina têkoşîna çekdarî jî tenê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ve girêdayî ye. Pêwîst e Rêber Apo bibe xwedî şert û mercên kar û jiyana azad, da ku bi vî rengî Rêber Apo vê têkoşînê bimeşîne."

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê herwiha bal kişand ser pêwîstiya naskirina mafê siyaseta demokratîk û li ser vê bingehê pêkanîna guhertinên qanûnî û hiqûqî û got, "Divê Destûra Bingehîn a demokratîk, azadîparêz û wekheviya gelan misoger dike, nasnameya gelê Kurd û gelên li Tirkiyeyê misoger dike, bê avakirin."

Besê Hozat anî ziman, heta ev merc – azadiya fîzîkî ya Ocalan, misogerkirina mafê siyaseta demokratîk û sererastkirinên qanûnî û destûrî – pêk neyên, "bicihanîna biryara hilweşandina PKK'ê û bidawîkirina têkoşîna çekdarî nepêkane."

Derbarê helwesta dewleta TirkIiyeyê de, Hozat rexne li nêzîkatiya AKP'ê girt û weke "bê cidî" bi nav kir.

Besê Hozat careke din tekez kir: "Em bi şênberî dibêjin; tenê Rêber Apo dikare çekê ji destê şervanan bistîne. Ev yek jî tenê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dibe."

 

Vî nûçeyê tevayî: 149 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:07:30
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x