Nebin yek, heta ku hûn nemînin(!)

'' Di facebookê an yên weke wê de, her roj di odeyek bi deh kesan sohbetkirin, xwe tatmînkirinê pêve ne tiştek e. Heger hûn wan zanyariyên xwe bi sedan, bi hezaran, heta bi milyonan re parve bikin, ma wê ne baştir be? ''

Bube Eser

24.05.2025, Cts | 09:22

Nebin yek, heta ku hûn nemînin(!)
Nêrîn Belav bike

Ji bona azadiya welatekî weke Kurdistanê, hêz û qawet, dîplomasî, danûstendin pêwîste. Ew jî di rêya rêxistiniyê re derbas dibe. Ji rêvebirên partiyên siyasî bêtir, rewşenbîr, kesên siyasî, dîrokzan, hunermen, nivîskar û helbestvan hene. Piraniya wan ji karê rêxistiniyê dûr, her yek bi serê xwe deryayek in.

Lê çi demê vana hemî hêz, qawet, zanîn û pênûsa xwe bikin yek, aha wê demê wê him welatê xwe azad bikin û him jî dê  bibin desthilatê xwe. Ew ji min baştir dizanin ku bê rêxistinî dê tu welat nikaribe xwe azad bike. Xweşî û şahiyê bîne welatê xwe.

Heger ew canik û camêrên ji karê rêxistinê dûr in û karên baş dikin. Bi pênûsa xwe ronahiyê dirijînin ser erda Kurdistanê. Heger yêkitiyek neteweyî pêknînin, gunehên wan dê ji yên rêvebirên partiyên siyasî ne kêmtir be.

Di facebookê an yên weke wê de, her roj di odeyek bi deh kesan sohbetkirin, xwe tatmînkirinê pêve ne tiştek e. Heger hûn wan zanyariyên xwe bi sedan, bi hezaran, heta bi milyonan re parve bikin, ma wê ne baştir be?

Îro rewşa bakur û rojavayê Kurdistanê berbi Lozana dudan de diherike. Yên serê cihoka avê vekiriye, Evdila û partiyên wî ne. Ew jî di bin kontrola dagirkerandene.

Ji xwe, roja damezrandina pkk ji bona îroda bû. Hemî kesên hêja û xebatkar vê rewşê baş dizanin ku  welat bi rêxistiniyê azad dibe. Rêxistinî hêz û qawet e. Ji hev nebelavbûn û yekrêziya gel e. Madem ku hûn vê baş dizanin, çima hêzên xwe nakin yek? Aqilmendiya xwe bixin emrê gelê xwe ya rêxistiniyê.

Ma em hemî nizanin ku heta hêza me û yekdengiya me pêk neyê, wê ji bona tunebûna kurdan hemî cûre lîstik bêne lîstin? Ma hûn nizanin ku îro rewşa gelê me pir bi zelalî berbi tunebûne ve dihare? Yên milet ji vê karesetê azad bike, tenha yekdengiya hêzeke xurt ya Kurd û Kurdistanî ye.

Bawer nakim ku li vê cîhanî ji nava tu miletên kolonî weke Kurdistanê ronakbîr û rewşenbîr derketine. Lê dîsa bawer nakim ku tu rewşenbîr û ronakbîrên welatê kolonî weke yên Kurdistanê, bê rêxistinî mane.

Sed sal in ku em weke milet bindestin. Ev bindestî êdî bûye perçak ji jiyana me. Loma em nikarin azadiya xwe û ya welatê xwe di karê bêrêxistiniyê de bibînin.

Serbixwebûn mafê herkesan e, lê li hember dîrokê hesabdayîn jî dê bibe para herkesan. Nabe ku welat wêran û xelk perîşan bin, rewşenbîr û ronakbîrên me jî her yek li ser banê xwe bi bengekî tenê biqîrin. Ew deng dê di nava gel de belav nebe.

Deng jî, qêrîn jî bi hêz û qawetê dibe, qawet jî bi karê rêxistinî dibe. Bê rêxistinî, bêdengî ye, zeîfî ye. Di welatekî kolonî de şexs  nikare bibe deng û rengê gelê xwe. Lê wan şexsên hêja û zana, yekitiyekê bixuliqînin aha wê demê dê bibin deng û rengê welêt.

Lozaneke din ku ji ya ewil xerabtir tê serê gelê me. Piştî salên şiştî ev projeya tunebûna kurdan hatiye danîn. Xalên projeyê roj bi roj, gav bi gav li ser serê hemî kurdistaniyan pêk anîbûn. Piştî azadiya başûrê kurdista îro agirê mezin li bakur û rojavayê Kurdistanê pêxistine.

Rewşenbîr û ronakbîrên vê dibînin û xwe bi hêz û qawet nekin, gunehê wan ji yên herkesan bêtire. Ji ber ku yên deng û reng didin civatê ew bi xwe ne. Ew hêz û qaweteke mezinin. Yên desthilatan diguherin ew bi xwe ne. Loma divê em û milet qîmet û rûmeta rewşenbîran baş bizanibin û divê ew jî bi berpirsiyariyên xwe ve rabin.

Lê tercîha karê rêxistinî karekî sexsî û li gor daxwaza kesan e. Kes nikare kesan bi zorê bike  endamê rêxistinekê. Lê divê herkes erk û berpirsiyariyên xwe jî bînin cih. Li bakurê Kurdistanê siyaset qirêj bû ye. Yên dikarin welat ji vê qirêjiya derxin, tenha rewşenbîr in.

Divê herkes li ked û bedelên dane bifikirin. Bifikirin da ku zarok û nebiyên me jî weke me bi salan di bin nîrê dagirkeran de neperçiqin û nelanin. Nalîn û êşên wan dê bibe sedema ji me aciziya wan. Ev ê jî bibe nehezarkirina me ji aliyê wan de.

Ji bona ku nebiyên me nebêjin, bav û bapîrên me ji me re welatekî azad nehiştine, divê em bi hevre kar bikin da ku welatekî azad û serbixwe ji bona wan damezirînin. Ew jî bi yekitiya nava me û bi hêzbûna me dikare bê çareserkirin.

Heger em weke kurdên bakurê Kurdistanê ji pkk bi qawetir û bi hêztirbana, wê îro wan ê her tişt weke xwe nekiribana. Dost û dijmin wê hesabê me jî kiribana. Lê mixabin rewşa niha zelal e. Tê dîtin ku rojev di destê wan de ye. Çawa dixwazin weha dikin. Em jî tenê temaşe dikin.

Bûbê Eser

 

 

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
375 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:00:03

Bube Eser

Bube Eser

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Komxebata HAK-PAR, PDK-BAKUR, PSK û PWKEm gihiştine dawîanîna kurdan li ser destê pkk û DEMê!!!CHP KEMALîZM E, piştgiriya wê xurtkirna Kemalîzmê yeBê rêxistinî lawazî û qelsî ye!!!Gav bi gav berbi Lozana dudan…Di civatên têkçûyê de û bakurê Kurdistanê!!!Ya hûnê bibin dewleteke serbi ya jî…Bêyî yekitiya Kurdan azadî zehmet e!!!Spasiyke ji dil ji bona nivîskara kurd hêja Vera Koyî!!!Hêdî hêdî şevreş li me ronî dibe!!!Banga min ji bona endamên partiyên KurdistanîEz Barzanî, HAK-PARî û PWK yî me!!!Yên şikil didin welêt siyasetmedar in!!!Eşîrên berê û partiyên me yên niha!!!Di siyasetê de salmezin!!!Pêşîvekirina tevgera Bakurê Kurdistanê divê çawa be???GAZÎ Û HAWAR EHeger ez bibim desthilat!!!Di nêz de Selahattin dikin serokê Kurdan!!!Dem dema yekitiya PDKyiyan li bakurê Kurdistanê ye!!!Gelo heta kengî ev mejî???Hêviyên me û HAK-PARek çawa???Mejiyê ku hatibe dagirkirinSerketin çawa dê pêk bê???De werin em li hev vegerin û dest bidin hev…Doza Miletekî Çawa Bi Serdikeve???PAK û TDK Xebat ne bi gotinê bi kirinê dibe!!! HAK-PARê pîroz dikim!!!Çıma HAK-PAR Yekıtıyê Naxwazî(!)Barzaniyê Mezın Çı Da Me Kurdan?Helwesta PSK ê ne helwesteke rast eKurdno di sed saliya Lozanê de vê bikin…Rêzgirtin tifak û bihevre karkirinHilbijartin yekitî û HAK-PAR!!!Divê li Bakurê Kurdistanê çi bê kirin? Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (8) û dawîBakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (7)Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (6)Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (5)Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (4)Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de (3)Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de. (2)Rewşa Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de. (1)Encama Semînerên min, dîtina kesan û malwêraniya me!!!Kurdno werin em destên xwe bidin hev hêza xwe bikin yek!!!Em êdî hevdu fêm nakin!Abdullah Ocalan got…Çima Barzanî û dîsa Barzanî?Divê HAK-PAR çi bike?Kî zorê tadê û êşkencê li kurdan bike, Kurd dibin hezkiriyên wan!!!Kongreya HAK-PARêBêdengî qebûlkirina bindestiyê ye!Gelo em çiqasî welatparêzin?Siyatmedar û sal mezinên me!!!Felsefe ango Rêbaz!!!Kê dinya hejand û Kurd zîndî kir?Gelo ez kîme û çima tenê bi kurdî dinivîsînim?Kurdên bakurê Kurdistanê siyasetê fêm nakin!!!Em Kurd çima bi sernakevin???Teqandina boriya neftê ji bona çi bû???Şêx Ahmed Barzanî kî ye?Sala nû û hêviya gelê KurdKurdên me ecêb in!!!Pêwîst e em di Navenda Kurd de bibin yek deng!Barzanî û Evdila PDK û PkkKurd û pêkanîna konferansan?Serketin bi piştgiriyê dibe!Deh rojên di zîndanê de me! uuGirtin, binçavkirin. Zîndankirin û kuştinKê mirîdî avifirandiye?Hilbijartina li Iraqê û li Kurdistanê qediya lê…Mirov çawa dikare xwe ji Penceşîrê (Qanser) biparêze û jê xelas be???PKK Kî ye, kî ne û çi dike???Bijî Sosyalîzma Kurdan(!) ya ji bona tunekirina wan.Me têk bir…Çima protesto û ne devjêberdana tirkîEmerikayê çi kir û divê em Kurd çi bikin???Dengê têkbirina Kurdistanê tê!!!Bê dewletî û berjewendî…Rexne agir e…Gotina Enfalê rehet e, lê fêrbûna wê zor û zehmet e!!!Bê helwestiya Kurdan li hember PKK/PYD!!!Seredana HDPK(K)êEv destpêkek e ji bona PK(K)!!!PKK di destê dagirkeran de bûye vîrusek bê derman!!!Em çima li ser xelkê digirîn?Dîasporê çi da me çi ji me girt???PKK û Kurd, azadî û serxwebûnPartî û rêxistinên me yên bakurê Kurdistanê!!!PKK û Lozana nû!!!Kurdno ji bona Lozana dudan xwe amade bikinBi kadirên kevn partiyeke nûjen enî an cephe çê nabe!!! Peymana Lozanê diqede!!!Zîndana Diyarbekirê û EM!!!Ji bona çi partiyên kurd bi ser nakein!!!Em ji Dalkurd çi dixwazin??? Hêviya me di sala nû de divê çi be???Îsmaîl Beşikçi bi eslê xwe tirk e.Gelo bratî çi ye û kî biran e???Kurdno him şiyar bin, him jî agahdar bin!!!Xelata Nobelê û KurdDema nêrek bê xesandin!!!Zîndana Diyarbekirê û EnfalPKK çi dixwazî???Çima Barzanî???Me dikujin, wêran dikin û em…!!!Ka em çi bikin??? Û berê xwe bidin kîjan partiyê…Damezrandina PKK û lîstikên wê!!!Rewş li bakurê KurdistanêSerokê netewa Kurd BARZANî…Piştî ba û bahozê aramî yeKurdno ji bona siberojeke xweş hazir bin!!!Şert û mercên yekitiya Neteweyî…Divê Kurd şahiyê bigirin û bigerînin...Serok in lê ne neteweyî ne…Tirkî xweş e û heta tu wî bi kar bîne tu nabe kurdekî weke Kurd…Kurdno!!! Malxerabno ma ne bes e êdî!!!Em Kurd miletekî weha ne!!!Kurdno!!! Îro rojava ye sibê, bakur, rojhilat û başûr e.Sebir û sikûnet avakirina dewleta kurdî ye!!!Dilxweşî kêfxweşî û serbilindîHeta tu kurdî bi karnîne tu nabe weke kurdekî!!!Çîroska agirê şevreşê ronî bike pê ketCivata me sal mezinan!!!Lîstik pir in lê yên fêm bikin tune ne. Kurd kirine pez pkk jî kirine şivanê wanÊdî dev jê berdidim!!!!Leyla Guven û Greva birçîbûna wêGirîngiya hukumeta nû ya Başûrê KurdistanêBi gotneke tahl û rastiya partiyên meBoxtan, Derew û şelaftî…Barzanî û Şoreşên wan!!!Dagirkerên me niha di nava lîstikek nû de ne!!!Azadî demokrasî û serxwebûn bi rêya partiyan û dezgehan têNameyeke vekirî ji bona rêzdar Mesud BarzanîDaxwaza Apo, Apocî û Apocitiyê çiye?Em ji ku hatin, li ku sekînin û bi ku diharin?Vê hilbijartinê çi da me Kurdan???Bê Deweletî mirin eJi bona koçkirina 40 saliya nemir Barzanî.Di siyaseta kurdan de hin qarekterBarzanî çima û çawa bi serdikevin?Gelo em çima kêm caran behsa PDKÎ dikin?Di hilbijartina herêmî de helwesta partiyên me divê çi be?Gunehkariya Partiyên Bakurê Kurdistanê!!!Em çima nabin dewlet???Roja 9 meha îlonê dê çi bibe?Erd hêj û mejî hêj yanî zelzeleya erdê û mejîLi Bakurê welatê me çima yekitiyek xurt pêk nayê?Siyaseta Kurdan!!!Partiyên me çima bi ser nakevin?Neteweyîbûn çi ye? Kî neteweyî ne?Ma ne bese êdîEz westiyam!!! Lê…Kîne rêxistin û partiyên me?Siyaset li bakurê KurdistanêHilbijartina 2019an li Tirkiyê û helwesta KurdanKurd çima nabin dewlet?Kurd çima nabin dewlet?Îro pêwîstiya bakurê Kurdistanê ji çi heye?Kurdno bibînin ku hûn dişewitin!De ka ez ê çawa binivîsînimKongreya HDP û KurdKurd, Erdogan û darbe!Di rojhilata navîn de ava serê kê dikele?Çima nivîsandina Roman û Şanoya Enfalê?Siyaset li bakurê KurdistanêXemginiya min ji bona hin dostanBi kêrê hustiyê min jê dikirDost di rojên teng de diyar dibinBarzaniyan çi kirin?Em carna neheqiyan li partiyên xwe dikin!!!Daxwazî û AgahdariyekTêgihiştin...Têgihiştin...Ji ber çi û çima Mesud Barzanî?Em û partiiyên meBarzanî û sê şoreşên talîBarzanî ne bi tenê ye!!!Kurd çima wenda dikinMam Celal çû lê…Rastiyek ji rastiyanReferandûmê çi da me???Rewşa Aloz û Rexne!!!!Kî Çima li dij referandûmê ne?Kî/kê bêtir xizmeta zimanê tirkî kirine û dikinEm Li Ku Ne!Enfal!!!Ev Şansa Kurdan ya Talî ye!Kurd û ÎsraîlDagirkirî çaw pêk tê?Çima kurd li hemberî hev ewqasî dexs û hesûd in?Em û partiyên meKî û çima sansorê bi kar tînin?Apoyiyan çi digotin û niha çi dibêjin?Giringî û pêwîstiya referandûmêZiman û rewşenbîrên Akedemîk!!!!Şoreşa GulanêKurd û xurifandina wanÇima PKK damezrandin???Dayikên Me!PKK Çi Dike???Kurd dê çawa azad bibin?Em, civat û partiyên meRNK-KUK, Ala Rêzgarî û PKKSerok û SerokatîKurd çima bi ser nakevin?Rexne û Partiyên me!Barzanî û Helwestên wanPKK û êrîşkariya wan ya…Barzanî kî ne?Sûcdar kî ne???Em Çima Dinivîsînin?Rastî ji xeyalan pêk tê lê PKK ji çi pêk tê???Çima ev partî ? (Me partiyeke çawa divê? -II)Me partiyeke çawa divê???Çareserî? (Çi çû çi hat pkk ji ku hat - 2)Çi çû çi hat û PKK ji ku hat???Çima Kurdistaneke serbixwe û PKK???Muxalefet Çi Ye?Muxalefet Çi Ye?Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê...Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê...PKK Tu Caran Naqede!!!PKK Tu Caran Naqede!!!Partiyên me çi dikin???Partiyên me çi dikin???PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!!PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!!Firseta zêrîn ji dest dihareFirseta zêrîn ji dest diharePêşeroja me û PKK!!Pêşeroja me û PKK!!Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek!Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek!Dîrok, bîranîn û PKKDîrok, bîranîn û PKKGelo çi bi Ergenekona kurdan hat?Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat?Sê xeterên kurdan yên serekeSê xeterên kurdan yên serekePKK çawa dest pê kir?PKK çawa dest pê kir?Analîzeke kurt li ser PKKAnalîzeke kurt li ser PKK
x