Cemîl Bayik û Murat Karayilan ji Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) re peyameke hevpar şand û wan got, “Ev pêvajo hîn jî berdewam dike. Armanca me ya birêvebirina vê pêvajoyê peydakirina çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêya diyalogê ye.”
Kongreya 23yemîn a Awarte ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) berdewam dije.
Kongreyê bi xwendina peyama hevpar a Hevserokê Konseya Rêveberiya KCKyê Cemîl Bayik û kadroyê pêşeng ê PKKyê Murat Karayilan berdewam kir.
Bayik û Karayilan ji kongreyê re peyameke hevpar şand û wan got:
“Rol û mîsyona KNKyê ya di armanca avakirinê de di vê pêvajoyê de zêdetir mezin bûye. Mijara yekîtiya neteweyî wekî erkekî lezgîn li pêşiya me hemûyan disekine.”
Li gorî nûçeya ANFyê, peyama hevpar a Bayik û Karayilan wiha ye:
“Destpêkê em dîwana Kongreyê, hemû heval û dostên beşdar bûne, silav dikin û 23yyemîn Desteya Giştî ya KNKyê ji bo welat û gelê me li ser xêrê be.
Me dixwest em jî tevlî Desteya Giştî ya KNKyê bibin ku bi emdambûna wê em şanaz in lê belê ji ber sedemên tên zanîn, em beşdar nebûne. Her çend em dûr jî bin, di civînan de neyên ba hev jî girêdayî armancên KNKyê em dixwazin hûn bizanin ku em ê erk û berpirsiyariyên xwe bi serkeftî bi cih bînin.
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya ku ev 23 sal in bê navber xebatên xwe dimeşîne, ji roja avabûnê heya niha yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd kiriye rojeva xwe ya sereke û girêdayî vê armancê gelek konferans, civîn li dar xistine û xebat meşandine.
Bûye nûnerê dîplomatîk ê derve yê gelê Kurd. Bi armanca bipêşxistina têkiliyên di navbera Kurdan de, bipêşxistina têkiliyên baş ên li gel partiyên siyasî, rêxistin, sazî, rêxistinên civak û kesayetên siyasî yên Kurd, pêkanîna aqil û stratejiya hevpar bûye armanca sereke ya KNKyê ku em jî endamê wê ne. Ger îro di nava gelê Kurd de diyalog û piştevanî hebe, KNK bûye zemîn û platforma vê yekê.
Hevalên hêja,
Rojhilata Navîn, ketiye serdema nû ya ku geşedanên bilez rû didin ku Kurdistan jî li navenda wê ye. Di gel ku li Rojhilata Navîn hevsengiyên hêzê û têkiliyên nû bi pêş dikevin jî gelê Kurd hewl dide ku di vê pêvajoyê de roleke aktîv bilîze.
Ji bo vê yekê jî ya pêşanî û pêwîst, avakirina stratejiya hevpar a Kurdan e. Stratejiya hevpar jî têkiliya berdewam û sîstematîk ya partî, rêxistin, sazî û kesayetên Kurd ên li çar perçeyan û derveyî welat in, bi armanca avakirina aqilê hevpar divê nîqaşên hevpar werin birêvebirin.
Di vê qonaxê de KNK xebateke wiha girîng bi serkeftî dimeşîne û aniye qonaxeke ku mezintir bike. Ji ber vê yekê em di wê baweriyê de ne ku wê Kongre bi vê armancê biryarên xurt bide û plansaziyan pêk bîne.
“Ev pêvajo hê jî berdewam dike”
Wekî tê zanîn Rêber Abdullah Ocalan li Îmraliyê li ser navê Tevgera me bi dewleta Tirk re pêvajoyeke diyalogê bi rê ve dibe.
Ev pêvajo hê jî berdewam dike. Armanca me ya birêvebirina vê pêvajoyê peydakirina çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêya diyalogê ye.
Wekî tevger em di wê bawweriyê de ne ku em dê di vê qonaxê de erk û berpirsiyariyên dikevin berê me, bi serkeftî bi cih bînin.
“A niha dora aliyê din e”
A niha dora aliyê din e. Em hêvî dikin ku aliyê din jî ya ku dikeve berê xwe bi cih bîne û em encamekê bi dest bixin.
Banga Rêber Apo ya 27ê Sibatê û geşedanên piştî wê, wekî ku bi awayekî rasterast bandor li siyaseta Kurdistan û Rojhilata Navîn kiriye, bingeha yekîtiya di nava gelê Kurd de jî xurt kiriye.
Ev banga dîrokî û siyaseta ku piştî wê hatiye bipêşxistin, ji bo gelê Kurd derfeta guncav afirandin ku gelê Kurd di platformên hevpar de yekîtiya neteweyî ya demokratîk ya xwe dispêre berjewendiyên gelê me pêk bînin.
Lê belê ji ber ku li hemû perçeyên welatê me nasname û deskeftiyên gelê me di bin zext û gefan de ne parastina van û têkoşîna bidestxistina mafên demokratîk ên neteweyî qet nesekiniye û hîn jî berdewam dike.
Her wiha wê zêdetir pêşiya bidestxistina maf û hiqûqa hemû gelên li welatê me û gelên em bi hev re dijîn, veke.
Di serî de jin û ciwan hemû beşên civakê dînamîkên esas ên serkeftina vê pêvajoyê ne. Beşdarbûn û piştevaniya van wê armanca civaka demokratîk û neteweya demokratîk xurttir bike.
Ev bang di heman demê de ji bo bipêşxistina têkiliyên nû yên li gel hêzên navneteweyî, hêzên herêmî, gelên li herêmê û aktorên siyasî jî hewce dike.
Di gel ku gelê Kurd li gel hêzên navneteweyî û aktorên herêmî têkiliyên nû pêş dixin jî hewce ye di nava xwe de jî têkiliyên xurrtir û yekîtiyeke berfirehtir û bihêztir ava bikin. Gelê me, li her çar perçeyan jî xwe gihandiye asteke gelekî bilind a birêxistinbûn û hişmendiya azadiyê.
Xwe ji rewşa sedsala borî ya bê pêşeng, bê rêxistin û bê îrade ji zû de ye rizgar kiriye lê belê bi qasî ku di navbera van avantajan de aqil û stratejiyeke hevpar ava bikin wê mafên xwe bi dest bixin û bibin xwedî statu. KNK yek ji girîngtirîn pişkdarê vê erk û berpirsiyariyê ye.
“Mijara yekîtiya neteweyî li pêşiya me hemûyan wekî erkekî lezgîn disekine”
Rol û mîsyona KNKyê ya di armanca avabûnê de di vê pêvajoyê de mezintir bûne. Gelê Kurd hîn nekariye di navbera xwe de yekîtiya xwe ya tam ava bikin. Mijara yekîtiya neteweyî li pêşiya me hemûyan wekî erkekî lezgîn disekine.
Rêber Apo di hevdîtinên xwe yên dawî de jî bi girîngî li ser vê mijarê sekiniye û bang li hemû kesên eleqedar dike ku erkên xwe bi cih bînin.
“Divê KNK de karibe konferanseke neteweyî li dar bixe”
Di Konferansa Lozanê de biryara lidarxistina konferanseke neteweyî hatibû girtin.
Divê KNK di vê mijarê de xwedî hewleke zêdetir be û di çarçoveya hatiye diyarkirin de karibe konferanseke neteweyî li dar bixe.
Em jî hem wekî tevger û hem jî wek+i endamên KNKyê, em dê piştî vê pêvajoyê xebatên têkildarî yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd bidomînin, erk û berpirsiyariyên dikevin berê me bi cih bînin.
Bi vê bawerî û biryardariyê em desteya giştî silav dikin û ji birêvebiriya nû re serkeftinê dixwazin.”