Esed Şeybanî, roja 4ê Hezîranê di konferanseke rojnamevanî de li Şamê axivî û got: "Êrîşên Îsraîlê yên li ser axa Sûriyê binpêkirina serweriya Sûriyeyê ne û rê li ber wan koman vedikin ku gefê li ewlehiya Sûriyeyê dixwin, ku aramiya welat têk bidin."
Şeybanî herwiha da zanîn: "Em daxwaza cîbicîkirina peymana sala 1974an dikin. Sûriyeyê jî her tim niyeta xwe eşkere kiriye ku li pey şer nîne, belkî li pey avadaniyê ye."
Wezîrê Derve yê Sûriyeyê bang li Yekîtiya Ewropayê û hemû welatan kir ku piştgiriyê bidin hewlên welatê wî yên ji bo parastina ewlekarî û aramiya Sûriyeyê.
Şeybanî herwiha amaje bi wê yekê kir, Sûriye amade ye têkiliyên xwe bi sazî û dezgehên Ewropî re ji bo guftûgoyê û veberhênanê pêş bixe.
Ev daxuyanî piştî wê yekê tê, artêşa Îsraîlê roja 3ê Hezîranê êrîşî navçeyên başûrê Sûriyê kiribû. Hatibû ragihandin ku ev êrîş di bersiva du mûşekên ku ji axa Sûriyeyê ve ber bi Girên Golanê yên dagirkirî ve hatibûn avêtin de pêk hatibû.