Berrdevkê AK Partiyê ragihand ku ti hevdîtinên fermî di navbera Tirkiye û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de nehatine kirin.
Desteya Birêvebiriya Navendî ya AK Partiyê doh bi Serokayetiya Serokê AK Partiyê û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan civiya.
Di demekê ku civîn berdewam dikir de Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk derbarê naveroka civînê û mijarên di rojevê de daxuyaniyek da çapemeniyê.
Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk amaje bi pêvajoya çareseriyê da û got:
“Em bi eşkere nave pêvajoyê lê bikin, navê pêvajoyê xwefesixkirina PKKyê û radestkirina çekan e.
Divê PKK û hemû şaxên wê xwe fesix bikin û çekan deynin.
Li Sûriyeyê HSDyê û li Îranê jî aliyên wekî PJAKê hene.
Divê rêxistina terorê bi hemû şaxên xwe ve xwe fesix bike.”
Omer Çelîk ragihand ku divê pêvajoya danîna çekan bi awayekî şênber û bêkêmasî pêk bê û anî ziman:
“Ev yek dê bi ew mekanîzmayên ku Tirkiye dike bê piştrastkirin.
Di çarçoveya tecrubeyên borî de MÎT û artêşa Tirkiyeyê dê bişopînin ka rêxistina terorê çekan datîne yan na?
Eger deyne di çi astê de ye û çekan radest dike an na?
Mekanîzmaya derbarê vê amade ye.
Em di nava mehan de, ne mehên zêde de di xala radestkirina van çekan de li benda bipêşveçûnên berçav in.”
Berdevkê AK Partiyê diyar kir ku derbarê pêvajoyê hinek mijar hene ku pêwîst e li gel Bexda, Hewlêr û Silêmaniyê bên axaftin û piraniya van jî hatine axaftin û da zanîn:
“Em li vê derê stratejiyeke bi çarçove dimeşînin û ev stratejiyeke entegre ye.”
Omer Çelîk behsa serdanên DEM Partiyê yên di çarçoveya pêvajoyê de ji bo aliyên siyasî jî kir û got:
“Li Tirkiyeyê jî DEM Partiyê serdan kir, ev serdan baş derbas bûn.
Dibe ku her partiyê ji eniya xwe nirxandinên cuda hebin lê tişta sereke ew e ku divê em ji mijara danîna çekan û xwefesixkirinê dûr nekevin.”
“Mijarên wekî xweserî an jî federasyonê di rojevê de nînin”
Çelîk diyar kir ku rêbaza çekdanîna PKKyê li Îraqê ji ya li Sûriyeyê cuda ye û got:
“Divê ev rêxistin (HSD) xwe li Sûriyeyê hilweşîne, endamên PKKyê yên di nava wê de wê derê bi cih bihêlin û yên mayî jî bibin beşeke artêşa Sûriyeyê.
Çawa ku di daxuyaniya Îmraliyê de tê gotin ku mijarên wekî xweserî an jî federasyonê di rojevê de nînin ev yek ji bo Sûriyeyê jî derbas dibe.”
Berdevkê AK Partiyê bi bîr xist ku di navbera Hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de peymanek hatiye kirin û got:
“Ew (HSD) dê çekên xwe radest bikin. Biryara derbarê ew kesên ku beşdarî terorê nebûne jî dê birêvebiriya Sûriyeyê bide.”
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî jî di hevpeyvîneke televîzyonî de ku roja Înê hat weşandin ragihand ku pêwendiyên wan ên rasterast li gel Enqereyê hene lê Omer Çelîk ev yek red kir û got:
“Hevdîtineke rayedarên Komara Tirkiyeyê û HSDyê wekî ku ew dibêjin hevdîtineke fermî çênebûye.
Ew kengî çekan deynin û ev çarçove pêk bê wê demê dikare li gel her kesî hevdîtin bên kirin.”
Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk her wiha anî ziman:
“Çi dema ew (HSD) çekan deynin û derbarê çekdanînê gavek bê avêtin û tabloyeke wiha derkeve wê demê helbet dê saziya me ya îstixbaratê bi wan re pêwendiyê bike.
Lê gotinên ku dibêjin me wekî rayedarên siyasî yên qaşo birêveberiyeke xweser an jî herêmeke otonom li gel rayedarên Tirkiyeyê hevdîtin kirine ne rast in û ez bi zelalî binê vê yekê xêz dikim.”
“Em piştgiriya destkeft û mafên hemû pêkhateyan”
Di berdewamiya axaftina xwe de ragihand ku hinek alî propagandaya wê dikin ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Hevpeymaniya Cumhur li dijî desteftên Kurdan ên li Sûriyeyê ne û got:
“Dixwazim bêjim ku eger mijar derbarê destkeftên Kurdan ên li Sûriyeyê be berî ku Esed van komkujiyan li Sûriyeyê bike em hemû bûn şahidê wê yekê ku Serokkomarê me ji Esed re got ku Kurdên li welatê te bê nasname ne û nasnameyê bide wan û wekî pêkhateyên din mafên wan bide.
Îdia dikim ku ti komekê nediwêrî ku behsa Kurdên li Sûriyeyê li Parlamentoyê bike lê Erdogan ev mijar anî ziman û di gotara xwe ya Parlamentoyê de bi fermî daxwaza mafê dayîna nasnameyê û mafên Kurdên Sûriyeyê kir.”
Berdevkê AK Partiyê amaje bi şer û dorpêça DAIŞê ya sala 2014an a li ser Kobaniyê jî da û anî ziman:
“Derbarê bûyerên Kobaniyê jî Serokkomarê me îradeyeke gelekî mezin nîşan da ku deriyê alîkariyê ji bo birayên me yên Kurd vekir ku ji komkujiyê rizgar bibin.
Em piştgiriya destkeft û mafên hemû pêkhateyan dikin li gel Kurd, Ereb, Tirkmen, Durzî û Suniyan lê di çarçoveya serweriya Sûriyeyê de.”