Em gihiştine dawîanîna kurdan li ser destê pkk û DEMê!!!

Bube Eser

15.04.2025, Sal | 10:39

Em gihiştine dawîanîna kurdan li ser destê pkk û DEMê!!!
Nêrîn Belav bike

Me bi salan got û nivîsî, lê piraniyê bawer nekirin ku dameziradina pkk ji bona tunebûna Kurdan bûn. Niha bi zelalî, rêberên dewleta tirk, pkk û DEM êdî vê bê tirs û bi eşkereyî dibêjin ku mafekî kurdan heye, ew jî divê koletiya tirkan bikin.

Yên vê dizanin û nabêjin, berjewedîperest û bê ehlaqin.

Yên vê fêm nakin û govendê digerînin, nizanin ku ev govenda tunebûna wan e.

Partî û rêxistinên ji xwe re dibêjin em kurdistanîne û hêzên xwe nekin yek, sûcdarê herî mezin ew bi xwe ne.

Rewşenbîrên li hember vê pêvajoyê bê dengbin, ew nabin rewşen bîr.

Kurdno!!!

Em li bakurê Kurdistanê li ber qedandinê ne. Divê partiyên me dest bidin hev. Mil bi mil, li hemberî tiştên dixwazin bînin serê gelê me ê bakurê Kurdistanê, bibînin û vê pêjavoyê baş bixwînin.

Roj roja bratî û hevgirtinê ye. Di van rojên planên tunebûna kurdan tê misogerkirin. Bê dengî û li dij vê nederketandin, te diqedîne.

Di sedsaliya Lozanê de, te diqedînin. Roj roja bratî û hevgirtina kurdan e. Dem û zeman diherike, di nava vê herikandinê de, tu tune dibe.Lîstik û planên li ser navê aşitiyê tê kirin, di bingehê xwe de tunebûna te ye.

Piştî avakirina komara tirkan jî li hember wê gelek serîhildan û berxwedan ji aliyê kurdan ve hatin kirin. Lê ji wan yek jî bi serneket. Çima?

Sedema nebiserketina serîhildanên  kurdan li bakurê kurdistanê ew bû ku wê demê di nava eşîr, axa û êlên Kurdan de yekîtî û bi hevre li hember zilma Kemalîstan derketandin tune bû. Heger wê demê eşîr û êlên kurdan li hevbana bi alîkariya brayê xwe ve rabûbana ewên jî weke her miletî bibûna xwedî welatê xwe.

Dema em li dîroka kurdan dinerin û dibînin ku berê êl, eşîr, axa û malbatên mezin ne lihev bûn. Loma jî hemiyan bi hevre wenda kirin.

Îro jî di nava rêxistin û partiyên me yên kurdistanî de ew yekrêzî, tifak û yekitiyeke li ser hîmê neteweyî tune ye. Dema ku ev tune be wê hin li ser navê kurdan, lê li dij berjewendiyên wan di nava kar û xebatê de bin. Weke DEMê û pêşkêşên wêyên ne Kurd

Çawa ku di Lozanê de li ser navê kurdan, bi destên hin kurdan, kurd hatine firotin, bê maf û heq man. Îro jî li gor nerînên Evdila (yên dewletê bixwe ne) û bi rêvebiriya DEMê yên ku ne kurd in, ji bona tunebûna kurdan di nava hewldanan de ne.

Ji bona vê jî civîn, konferans û meşan, çi li Kurdistanê û çi jî li ewropa pêk tînin da ku mesele kurdan qaşo li ser navê aşitiyê biqedînin. Ev jî di gelek waran û bi awayekî berfireh tê meşandin.

Heger li hember vê partî û rêxistinên me, hev negirin, yekitî û hevkariyeke baş dinava xwe de nexuliqînin, êdî tu sed sal jî nema dikare  kurdan ji tunebûnê azad bike.

Divê çi bê kirin?

Çawa ku niha li ser destê DEMê ji bona tunebûna kurdan civîn, konferans, panel û bernameyên televizyonan têne kirin. Divê kurdên me jî vî tiştî bikin ku ev lîstikek nû ye û Lozana duda ye ku bi kurdan bidin zanîn.

Bêdengiya li hember vê, tunebûna kurdan misoger dike. Loma jî karê sereke û bi lez divê bê kirin ew e ku yekitî û bi hevre karkirina partîyên kurdistanî û beşdarbûna nava wan ya kesên zana û serbixwe ye.

Li hember lîstika mezin ya  ku DEM dimeşîne, bê dengî, dibe sersedema ku bi zanetî an bi nezanê piştgiriya vê pêvajoya tunebûna kurdên bakurê Kurdistanê ye.

Divê em zûtirîn demê li xwe hay bibin, dest bidin hev, mil bi mil, dil bi dil li hember vê pêvajoya lîstika tunebûna kurdan rawestin. Em li bakur, li gor rênîşandana Evdila û li ser destê rêvebirin DEMê yên ne kurd, diqedin.

 

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
506 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:52:07

Bube Eser

Bube Eser

Nivîsên Dawî a Nivîskar

CHP KEMALîZM E, piştgiriya wê xurtkirna Kemalîzmê yeBê rêxistinî lawazî û qelsî ye!!!Gav bi gav berbi Lozana dudan…Di civatên têkçûyê de û bakurê Kurdistanê!!!Ya hûnê bibin dewleteke serbi ya jî…Bêyî yekitiya Kurdan azadî zehmet e!!!Spasiyke ji dil ji bona nivîskara kurd hêja Vera Koyî!!!Hêdî hêdî şevreş li me ronî dibe!!!Banga min ji bona endamên partiyên KurdistanîEz Barzanî, HAK-PARî û PWK yî me!!!Yên şikil didin welêt siyasetmedar in!!!Eşîrên berê û partiyên me yên niha!!!Di siyasetê de salmezin!!!Pêşîvekirina tevgera Bakurê Kurdistanê divê çawa be???GAZÎ Û HAWAR EHeger ez bibim desthilat!!!Di nêz de Selahattin dikin serokê Kurdan!!!Dem dema yekitiya PDKyiyan li bakurê Kurdistanê ye!!!Gelo heta kengî ev mejî???Hêviyên me û HAK-PARek çawa???Mejiyê ku hatibe dagirkirinSerketin çawa dê pêk bê???De werin em li hev vegerin û dest bidin hev…Doza Miletekî Çawa Bi Serdikeve???PAK û TDK Xebat ne bi gotinê bi kirinê dibe!!! HAK-PARê pîroz dikim!!!Çıma HAK-PAR Yekıtıyê Naxwazî(!)Barzaniyê Mezın Çı Da Me Kurdan?Helwesta PSK ê ne helwesteke rast eKurdno di sed saliya Lozanê de vê bikin…Rêzgirtin tifak û bihevre karkirinHilbijartin yekitî û HAK-PAR!!!Divê li Bakurê Kurdistanê çi bê kirin? Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (8) û dawîBakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (7)Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (6)Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (5)Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (4)Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de (3)Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de. (2)Rewşa Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de. (1)Encama Semînerên min, dîtina kesan û malwêraniya me!!!Kurdno werin em destên xwe bidin hev hêza xwe bikin yek!!!Em êdî hevdu fêm nakin!Abdullah Ocalan got…Çima Barzanî û dîsa Barzanî?Divê HAK-PAR çi bike?Kî zorê tadê û êşkencê li kurdan bike, Kurd dibin hezkiriyên wan!!!Kongreya HAK-PARêBêdengî qebûlkirina bindestiyê ye!Gelo em çiqasî welatparêzin?Siyatmedar û sal mezinên me!!!Felsefe ango Rêbaz!!!Kê dinya hejand û Kurd zîndî kir?Gelo ez kîme û çima tenê bi kurdî dinivîsînim?Kurdên bakurê Kurdistanê siyasetê fêm nakin!!!Em Kurd çima bi sernakevin???Teqandina boriya neftê ji bona çi bû???Şêx Ahmed Barzanî kî ye?Sala nû û hêviya gelê KurdKurdên me ecêb in!!!Pêwîst e em di Navenda Kurd de bibin yek deng!Barzanî û Evdila PDK û PkkKurd û pêkanîna konferansan?Serketin bi piştgiriyê dibe!Deh rojên di zîndanê de me! uuGirtin, binçavkirin. Zîndankirin û kuştinKê mirîdî avifirandiye?Hilbijartina li Iraqê û li Kurdistanê qediya lê…Mirov çawa dikare xwe ji Penceşîrê (Qanser) biparêze û jê xelas be???PKK Kî ye, kî ne û çi dike???Bijî Sosyalîzma Kurdan(!) ya ji bona tunekirina wan.Me têk bir…Çima protesto û ne devjêberdana tirkîEmerikayê çi kir û divê em Kurd çi bikin???Dengê têkbirina Kurdistanê tê!!!Bê dewletî û berjewendî…Rexne agir e…Gotina Enfalê rehet e, lê fêrbûna wê zor û zehmet e!!!Bê helwestiya Kurdan li hember PKK/PYD!!!Seredana HDPK(K)êEv destpêkek e ji bona PK(K)!!!PKK di destê dagirkeran de bûye vîrusek bê derman!!!Em çima li ser xelkê digirîn?Dîasporê çi da me çi ji me girt???PKK û Kurd, azadî û serxwebûnPartî û rêxistinên me yên bakurê Kurdistanê!!!PKK û Lozana nû!!!Kurdno ji bona Lozana dudan xwe amade bikinBi kadirên kevn partiyeke nûjen enî an cephe çê nabe!!! Peymana Lozanê diqede!!!Zîndana Diyarbekirê û EM!!!Ji bona çi partiyên kurd bi ser nakein!!!Em ji Dalkurd çi dixwazin??? Hêviya me di sala nû de divê çi be???Îsmaîl Beşikçi bi eslê xwe tirk e.Gelo bratî çi ye û kî biran e???Kurdno him şiyar bin, him jî agahdar bin!!!Xelata Nobelê û KurdDema nêrek bê xesandin!!!Zîndana Diyarbekirê û EnfalPKK çi dixwazî???Çima Barzanî???Me dikujin, wêran dikin û em…!!!Ka em çi bikin??? Û berê xwe bidin kîjan partiyê…Damezrandina PKK û lîstikên wê!!!Rewş li bakurê KurdistanêSerokê netewa Kurd BARZANî…Piştî ba û bahozê aramî yeKurdno ji bona siberojeke xweş hazir bin!!!Şert û mercên yekitiya Neteweyî…Divê Kurd şahiyê bigirin û bigerînin...Serok in lê ne neteweyî ne…Tirkî xweş e û heta tu wî bi kar bîne tu nabe kurdekî weke Kurd…Kurdno!!! Malxerabno ma ne bes e êdî!!!Em Kurd miletekî weha ne!!!Kurdno!!! Îro rojava ye sibê, bakur, rojhilat û başûr e.Sebir û sikûnet avakirina dewleta kurdî ye!!!Dilxweşî kêfxweşî û serbilindîHeta tu kurdî bi karnîne tu nabe weke kurdekî!!!Çîroska agirê şevreşê ronî bike pê ketCivata me sal mezinan!!!Lîstik pir in lê yên fêm bikin tune ne. Kurd kirine pez pkk jî kirine şivanê wanÊdî dev jê berdidim!!!!Leyla Guven û Greva birçîbûna wêGirîngiya hukumeta nû ya Başûrê KurdistanêBi gotneke tahl û rastiya partiyên meBoxtan, Derew û şelaftî…Barzanî û Şoreşên wan!!!Dagirkerên me niha di nava lîstikek nû de ne!!!Azadî demokrasî û serxwebûn bi rêya partiyan û dezgehan têNameyeke vekirî ji bona rêzdar Mesud BarzanîDaxwaza Apo, Apocî û Apocitiyê çiye?Em ji ku hatin, li ku sekînin û bi ku diharin?Vê hilbijartinê çi da me Kurdan???Bê Deweletî mirin eJi bona koçkirina 40 saliya nemir Barzanî.Di siyaseta kurdan de hin qarekterBarzanî çima û çawa bi serdikevin?Gelo em çima kêm caran behsa PDKÎ dikin?Di hilbijartina herêmî de helwesta partiyên me divê çi be?Gunehkariya Partiyên Bakurê Kurdistanê!!!Em çima nabin dewlet???Roja 9 meha îlonê dê çi bibe?Erd hêj û mejî hêj yanî zelzeleya erdê û mejîLi Bakurê welatê me çima yekitiyek xurt pêk nayê?Siyaseta Kurdan!!!Partiyên me çima bi ser nakevin?Neteweyîbûn çi ye? Kî neteweyî ne?Ma ne bese êdîEz westiyam!!! Lê…Kîne rêxistin û partiyên me?Siyaset li bakurê KurdistanêHilbijartina 2019an li Tirkiyê û helwesta KurdanKurd çima nabin dewlet?Kurd çima nabin dewlet?Îro pêwîstiya bakurê Kurdistanê ji çi heye?Kurdno bibînin ku hûn dişewitin!De ka ez ê çawa binivîsînimKongreya HDP û KurdKurd, Erdogan û darbe!Di rojhilata navîn de ava serê kê dikele?Çima nivîsandina Roman û Şanoya Enfalê?Siyaset li bakurê KurdistanêXemginiya min ji bona hin dostanBi kêrê hustiyê min jê dikirDost di rojên teng de diyar dibinBarzaniyan çi kirin?Em carna neheqiyan li partiyên xwe dikin!!!Daxwazî û AgahdariyekTêgihiştin...Têgihiştin...Ji ber çi û çima Mesud Barzanî?Em û partiiyên meBarzanî û sê şoreşên talîBarzanî ne bi tenê ye!!!Kurd çima wenda dikinMam Celal çû lê…Rastiyek ji rastiyanReferandûmê çi da me???Rewşa Aloz û Rexne!!!!Kî Çima li dij referandûmê ne?Kî/kê bêtir xizmeta zimanê tirkî kirine û dikinEm Li Ku Ne!Enfal!!!Ev Şansa Kurdan ya Talî ye!Kurd û ÎsraîlDagirkirî çaw pêk tê?Çima kurd li hemberî hev ewqasî dexs û hesûd in?Em û partiyên meKî û çima sansorê bi kar tînin?Apoyiyan çi digotin û niha çi dibêjin?Giringî û pêwîstiya referandûmêZiman û rewşenbîrên Akedemîk!!!!Şoreşa GulanêKurd û xurifandina wanÇima PKK damezrandin???Dayikên Me!PKK Çi Dike???Kurd dê çawa azad bibin?Em, civat û partiyên meRNK-KUK, Ala Rêzgarî û PKKSerok û SerokatîKurd çima bi ser nakevin?Rexne û Partiyên me!Barzanî û Helwestên wanPKK û êrîşkariya wan ya…Barzanî kî ne?Sûcdar kî ne???Em Çima Dinivîsînin?Rastî ji xeyalan pêk tê lê PKK ji çi pêk tê???Çima ev partî ? (Me partiyeke çawa divê? -II)Me partiyeke çawa divê???Çareserî? (Çi çû çi hat pkk ji ku hat - 2)Çi çû çi hat û PKK ji ku hat???Çima Kurdistaneke serbixwe û PKK???Muxalefet Çi Ye?Muxalefet Çi Ye?Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê...Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê...PKK Tu Caran Naqede!!!PKK Tu Caran Naqede!!!Partiyên me çi dikin???Partiyên me çi dikin???PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!!PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!!Firseta zêrîn ji dest dihareFirseta zêrîn ji dest diharePêşeroja me û PKK!!Pêşeroja me û PKK!!Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek!Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek!Dîrok, bîranîn û PKKDîrok, bîranîn û PKKGelo çi bi Ergenekona kurdan hat?Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat?Sê xeterên kurdan yên serekeSê xeterên kurdan yên serekePKK çawa dest pê kir?PKK çawa dest pê kir?Analîzeke kurt li ser PKKAnalîzeke kurt li ser PKK
x