Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ragihand, ji bo avakirina komîsyona çareserkirina pirsgirêka Kurdan a li Parlamentoya Tirkiyeyê ew bi partiyên siyasî re hevdîtinan dikin.
Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) îro li navenda partiyê ya li Enqereyê civîna Meclisa Partiyê saz dike.
Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan berî destpêkirina civînê derbarê pêvajoya çareseriyê ya pirsgirêka Kurdan ji rojnamegeran re axivî.
"Divê haya er kesî ji provokasyonan hebe"
Bakirhan got, "Yekane bingeha vê pêvajoyê demokrasî ye. Divê herkes ji bo pêvajoyê zimanekî erênî bi kar bîne û divê haya her kesî ji provokasyonan hebe.
Berpirsiyariyeke mezin dikeve ser milê hevalên me yên di rêveberiya partiyê de.
Divê em seriyan bidin xelkê bikin û derbarê pêvajoyê wan têbigihînin.”
"Pêşniyara Bahçelî giring e"
Bakirhan, pêşniyara Serokê MHPyê Devlet Bahçeli ya ji bo avakirina komîsyona li parlamentoyê bi rengê "girîng" pênase kir û wiha axivî:
"Pêşniyara birêz Bahçeli ya avakirina komîsyoneke li parlamentoyê girîng e.
Em jî di vê çarçoveyê de bi partiyên siyasî re hevdîtinan dikin.
Em dê îro li vê holê desteyên xwe jî kom bikin. Em dê di vî warî de nêrînên xwe nîqaş bikin û di rojên pêş de ji raya giştî re ragihînin.
"Her kes ji rola parlamentoyê bawer dike"
Hemû kes ji rola dîrokî ya Parlamentoyê bawer dike. Hemû partiyên siyasî ku me ew ziyaret kirin Parlamentoyê nîşan didin.
Wê demê divê her kes pêşniyarên xwe yên çareseriyê pêşkêş bike.
Tenê rexnekirin têrê nake, divê her kes pêşniyarên çareseriyê bike û bi raya giştî re parve bike.
Li gorî min divê raya giştî zanibe ku di vê pêvajoya dîrokî û girîng de kî çi difikire.”