Niha plana pkk û dewletê ya aşitiyê(!) diiyar bû!!!

Bube Eser

28.05.2025, Çar | 11:03

Niha plana pkk û dewletê ya aşitiyê(!) diiyar bû!!!
Nêrîn Belav bike

“Heta ku dewleta Kurdistanê ava nebe, di rojhilata navîne de bila kes behsa aşitiyê nekin. Divê miletê kurd ji serxwebûnê re amade bin.“ Serok  Mesûd Barzanî. Li gor min ev mizgîniya serxwebûna Kurdistanê ye.

Dewlet xwedî îmkanên zêde û agahdariyên berfireh in. Loma jî ew dikarin bi çend salan pêşiya xwe bibîne. Dewleta tirk jî dît ku êdî Kurdistana serbixwe tê ragihandin. Ragihandina Kurdistaneke serbixwe jî tê wateya ku wê êdî pkk nikaribe li qandîlê ango li başûrê Kurdistanê bisekine. Dê weke berê nikaribe şerê desthlata başûrê kurdistanê bike û pêşmêrgeyên qehreman bikuje.

Ji ber ku dema tu bibe dewlet. Divê tu bikaribe erda xwe, sînorê xwe jî biparêze. Dewletbûn îmkanên mezin dide rêberên gel ku bikaribe miletê xwe bi aramî û aşitî bi rêve bibe. Loma dema rêvebirên dewlet tirk dîtin ku di demeke nêz de, wê Kurdistaneke serbixwe bê ragihandin. Tirsiyan ku bi temamî têk herin.  Ji ber wê bû ku bi lez û bez daxwaz ji pkk ya xwe kir ku bê şert û merc çekên xwe deyne.

Sedem ji vê jî ew e ku li gor gotina Yalçin Kuçuk ku gotibû: Em ê kurdên xwe nedin Barzaniyan. Dîtin û fêm kirin ku başûr dibe serbixwe û rojhilata Kurdistanê jî dê otonomî ya Federasyonê bi dest bixe. Fêm kirin ku bi desxistineke weha wê zilamên wan yên rêvebirên pkk ne, zerarek mezin bibînin. Ji ber vê bû ku bi lez û bez daxwaza çek berdanê ji wan kir,

Dewleta tirk bi vê helwesta xwe him wê zilamên xwe yên rêvebirên pkk ji xeteran xilas bike û him jî ew û pkk wê şanoyeke nû bilîzîn, da ku kurdên bakurê Kurdistanê li ser navê aşityê bixapînin û têk bibin.

Qeneta min ev perda talî ya şanogeriya ku pkk û dewlet li ser dike kurdistanê dilîstin. Ango baş fêm kirin ku êdî ewên nikaribin weke berê hespên xwe li ser axa kurdistanê bi azadî û rehetî bidin bezê.

Astengiya li pêşiya wan jî ew e ku di demeke ne zêde dûr de başûrê kurdistanê dighêje serxwbûna xwe. Di dewleteke serbixwe de jî cîran û hin dewletên din nema dikarin bikevin nava erda wan.Wê nema bikaribin çekdarên xwe li welatekî azad û serbixwe bêhêlin.

Dema zilamê dewleta kûr ya tirk dewlet Bahçelî ev dît. Yek ser bû melekê aşitiyê(!). Sedema vê û leza wî jî ew bû ku divê bê ku zilamên wan yên rêvebifên pkk zerarek mezin bibînin, wan bi xapandina çekberdanê ji xeteriyan rizgar bike.

Ha êdî wê plana dewleta dagirker ya tirk çibe? Plan diyar e. Fêmkirin ku başûr û rojava ji destê wan çû. Loma jî wê êdî bi hemî hêz û qawetên xwe nehêliin ku kurdên bakurê Kurdistanê bighêjin tu mafekî. Ji xwe ev li ser navê Evdila dane diyarkirn ku tu daxwaza pkk  tune be û tune bû.

Me bi salan got û nivîsî. Lê mirîdan bawer nekirin. Yên li ortê jî bûn di erê nayê de bûn. Ji ber vê têkiliyên xwe ji pkk qut nedikirin. Bawer dikirin ku wê pkk bi serbikeve da ku ew jî têra xwe bixwin. Lê êdî her tişt zelal û eşkere bû.

Wêraniya pkk anîye serê gelê kurd heta 50 salan jî zehmete ku bê serastkirin. Ji ber ku pkk civata ku bi xwe re mezin kirine, bê ziman kor û kerr in.

Kurdno êdî hûn jî bê tirs û xof rabin. Destên xwe dirêjî wan gerilayên ku pkk ji bona tirkiyek bi hêz bi kar dianîn. Ew zarokên me ne. Ji bona kurdistaneke serbixwe derketibûn serê çiyan, lê kar û berxwdanên wan ji bona tirkiyeke xurtir bû.

Hêvîdarim ku wan gerîlayên hêja dilsozên Kurdistana xwe jî zû werin ser hêşin xwe, zincîrn koledariya pkk biqetînin. Bila ji niha û pêde ew helwestên xwe yên Kurdistanî nîşan bidin, da ku em jî bikaribin xwedî li wan derkevin, wan bi tenê nehêlin.

PKK ya ji bona tirkiyeke bi hêztir û xurtir hatibû damezrandin. Erk û wazifeyên xwe baş pêk anî. Wê, weke nav xwe fesih bike, lê wê bi navekî din û di warê qaşo demokratîk dest bi xebatên xwe ya tirkiyeke bi hêztir û xurtir kar û xizmetên xwe berdewam bike.

Divê em jî, kurdên din hêz û qswetên xwe bikin yek da ku em jî bikaribin bi hevre Kurdistana xwe ya pkk wêrankiribû azad bikin.

Kurdno netirsin êdî hûn ne bi tenê ne. Êdî dewleteke me ya serbixwe jî tê ragihandin. Em êdî xwedî hêz û qawetin. Pişta me saxlem û berê me berbi azadiyê ve ye. Barzaniyên ku sîwana xwe ya parastin, azadî û serxwebûnê li devera Barzan vekiribûn,  li bin wê de yekitiye heyşt eşîretan pêk anîbûn, îro sibê dibin xwediyê kurdistana serbixwe û piştgiriya hemî perçên ne azadkirî bike…

Ji bona me kurdên bakurê Kurdistanê jî sîwaneke weke ya Barazaniyan lazim e. Zûtirîn demê di bin siwaneke neteweyî de yekitya gelê me li bakurê Kurdistanê dê plana dewletê û ya pkk têk bibe. Divê em bi yekitiyeke xurt, bi alîkarî û piştgiriya serok Barzanî dest bi tekoşîneke bê xwîn û demokratîk ku mafê kurdan ê rewa tê de misoger be, bikin.

Demên berê şoreşgerên tirk û hin yên kurdan digotin: Heta Filîstin negihêje azadiya xwe di rojhilata navîn de aramî û aşitî nabe. Lê serok Barzanî îro ew guherî û dibêje: “Heta ku dewleta Kurdistanê ava nebe, di rojhilata navîne de bila kes behsa aşitiyê nekin. Divê miletê kurd ji serxwebûnê re amade bin.“ Serok  Mesûd Barzanî.

Bûbê Eser

 

 

 

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
1066 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:18:50

Bube Eser

Bube Eser

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Nebin yek, heta ku hûn nemînin(!)Komxebata HAK-PAR, PDK-BAKUR, PSK û PWKEm gihiştine dawîanîna kurdan li ser destê pkk û DEMê!!!CHP KEMALîZM E, piştgiriya wê xurtkirna Kemalîzmê yeBê rêxistinî lawazî û qelsî ye!!!Gav bi gav berbi Lozana dudan…Di civatên têkçûyê de û bakurê Kurdistanê!!!Ya hûnê bibin dewleteke serbi ya jî…Bêyî yekitiya Kurdan azadî zehmet e!!!Spasiyke ji dil ji bona nivîskara kurd hêja Vera Koyî!!!Hêdî hêdî şevreş li me ronî dibe!!!Banga min ji bona endamên partiyên KurdistanîEz Barzanî, HAK-PARî û PWK yî me!!!Yên şikil didin welêt siyasetmedar in!!!Eşîrên berê û partiyên me yên niha!!!Di siyasetê de salmezin!!!Pêşîvekirina tevgera Bakurê Kurdistanê divê çawa be???GAZÎ Û HAWAR EHeger ez bibim desthilat!!!Di nêz de Selahattin dikin serokê Kurdan!!!Dem dema yekitiya PDKyiyan li bakurê Kurdistanê ye!!!Gelo heta kengî ev mejî???Hêviyên me û HAK-PARek çawa???Mejiyê ku hatibe dagirkirinSerketin çawa dê pêk bê???De werin em li hev vegerin û dest bidin hev…Doza Miletekî Çawa Bi Serdikeve???PAK û TDK Xebat ne bi gotinê bi kirinê dibe!!! HAK-PARê pîroz dikim!!!Çıma HAK-PAR Yekıtıyê Naxwazî(!)Barzaniyê Mezın Çı Da Me Kurdan?Helwesta PSK ê ne helwesteke rast eKurdno di sed saliya Lozanê de vê bikin…Rêzgirtin tifak û bihevre karkirinHilbijartin yekitî û HAK-PAR!!!Divê li Bakurê Kurdistanê çi bê kirin? Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (8) û dawîBakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (7)Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (6)Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (5)Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (4)Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de (3)Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de. (2)Rewşa Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de. (1)Encama Semînerên min, dîtina kesan û malwêraniya me!!!Kurdno werin em destên xwe bidin hev hêza xwe bikin yek!!!Em êdî hevdu fêm nakin!Abdullah Ocalan got…Çima Barzanî û dîsa Barzanî?Divê HAK-PAR çi bike?Kî zorê tadê û êşkencê li kurdan bike, Kurd dibin hezkiriyên wan!!!Kongreya HAK-PARêBêdengî qebûlkirina bindestiyê ye!Gelo em çiqasî welatparêzin?Siyatmedar û sal mezinên me!!!Felsefe ango Rêbaz!!!Kê dinya hejand û Kurd zîndî kir?Gelo ez kîme û çima tenê bi kurdî dinivîsînim?Kurdên bakurê Kurdistanê siyasetê fêm nakin!!!Em Kurd çima bi sernakevin???Teqandina boriya neftê ji bona çi bû???Şêx Ahmed Barzanî kî ye?Sala nû û hêviya gelê KurdKurdên me ecêb in!!!Pêwîst e em di Navenda Kurd de bibin yek deng!Barzanî û Evdila PDK û PkkKurd û pêkanîna konferansan?Serketin bi piştgiriyê dibe!Deh rojên di zîndanê de me! uuGirtin, binçavkirin. Zîndankirin û kuştinKê mirîdî avifirandiye?Hilbijartina li Iraqê û li Kurdistanê qediya lê…Mirov çawa dikare xwe ji Penceşîrê (Qanser) biparêze û jê xelas be???PKK Kî ye, kî ne û çi dike???Bijî Sosyalîzma Kurdan(!) ya ji bona tunekirina wan.Me têk bir…Çima protesto û ne devjêberdana tirkîEmerikayê çi kir û divê em Kurd çi bikin???Dengê têkbirina Kurdistanê tê!!!Bê dewletî û berjewendî…Rexne agir e…Gotina Enfalê rehet e, lê fêrbûna wê zor û zehmet e!!!Bê helwestiya Kurdan li hember PKK/PYD!!!Seredana HDPK(K)êEv destpêkek e ji bona PK(K)!!!PKK di destê dagirkeran de bûye vîrusek bê derman!!!Em çima li ser xelkê digirîn?Dîasporê çi da me çi ji me girt???PKK û Kurd, azadî û serxwebûnPartî û rêxistinên me yên bakurê Kurdistanê!!!PKK û Lozana nû!!!Kurdno ji bona Lozana dudan xwe amade bikinBi kadirên kevn partiyeke nûjen enî an cephe çê nabe!!! Peymana Lozanê diqede!!!Zîndana Diyarbekirê û EM!!!Ji bona çi partiyên kurd bi ser nakein!!!Em ji Dalkurd çi dixwazin??? Hêviya me di sala nû de divê çi be???Îsmaîl Beşikçi bi eslê xwe tirk e.Gelo bratî çi ye û kî biran e???Kurdno him şiyar bin, him jî agahdar bin!!!Xelata Nobelê û KurdDema nêrek bê xesandin!!!Zîndana Diyarbekirê û EnfalPKK çi dixwazî???Çima Barzanî???Me dikujin, wêran dikin û em…!!!Ka em çi bikin??? Û berê xwe bidin kîjan partiyê…Damezrandina PKK û lîstikên wê!!!Rewş li bakurê KurdistanêSerokê netewa Kurd BARZANî…Piştî ba û bahozê aramî yeKurdno ji bona siberojeke xweş hazir bin!!!Şert û mercên yekitiya Neteweyî…Divê Kurd şahiyê bigirin û bigerînin...Serok in lê ne neteweyî ne…Tirkî xweş e û heta tu wî bi kar bîne tu nabe kurdekî weke Kurd…Kurdno!!! Malxerabno ma ne bes e êdî!!!Em Kurd miletekî weha ne!!!Kurdno!!! Îro rojava ye sibê, bakur, rojhilat û başûr e.Sebir û sikûnet avakirina dewleta kurdî ye!!!Dilxweşî kêfxweşî û serbilindîHeta tu kurdî bi karnîne tu nabe weke kurdekî!!!Çîroska agirê şevreşê ronî bike pê ketCivata me sal mezinan!!!Lîstik pir in lê yên fêm bikin tune ne. Kurd kirine pez pkk jî kirine şivanê wanÊdî dev jê berdidim!!!!Leyla Guven û Greva birçîbûna wêGirîngiya hukumeta nû ya Başûrê KurdistanêBi gotneke tahl û rastiya partiyên meBoxtan, Derew û şelaftî…Barzanî û Şoreşên wan!!!Dagirkerên me niha di nava lîstikek nû de ne!!!Azadî demokrasî û serxwebûn bi rêya partiyan û dezgehan têNameyeke vekirî ji bona rêzdar Mesud BarzanîDaxwaza Apo, Apocî û Apocitiyê çiye?Em ji ku hatin, li ku sekînin û bi ku diharin?Vê hilbijartinê çi da me Kurdan???Bê Deweletî mirin eJi bona koçkirina 40 saliya nemir Barzanî.Di siyaseta kurdan de hin qarekterBarzanî çima û çawa bi serdikevin?Gelo em çima kêm caran behsa PDKÎ dikin?Di hilbijartina herêmî de helwesta partiyên me divê çi be?Gunehkariya Partiyên Bakurê Kurdistanê!!!Em çima nabin dewlet???Roja 9 meha îlonê dê çi bibe?Erd hêj û mejî hêj yanî zelzeleya erdê û mejîLi Bakurê welatê me çima yekitiyek xurt pêk nayê?Siyaseta Kurdan!!!Partiyên me çima bi ser nakevin?Neteweyîbûn çi ye? Kî neteweyî ne?Ma ne bese êdîEz westiyam!!! Lê…Kîne rêxistin û partiyên me?Siyaset li bakurê KurdistanêHilbijartina 2019an li Tirkiyê û helwesta KurdanKurd çima nabin dewlet?Kurd çima nabin dewlet?Îro pêwîstiya bakurê Kurdistanê ji çi heye?Kurdno bibînin ku hûn dişewitin!De ka ez ê çawa binivîsînimKongreya HDP û KurdKurd, Erdogan û darbe!Di rojhilata navîn de ava serê kê dikele?Çima nivîsandina Roman û Şanoya Enfalê?Siyaset li bakurê KurdistanêXemginiya min ji bona hin dostanBi kêrê hustiyê min jê dikirDost di rojên teng de diyar dibinBarzaniyan çi kirin?Em carna neheqiyan li partiyên xwe dikin!!!Daxwazî û AgahdariyekTêgihiştin...Têgihiştin...Ji ber çi û çima Mesud Barzanî?Em û partiiyên meBarzanî û sê şoreşên talîBarzanî ne bi tenê ye!!!Kurd çima wenda dikinMam Celal çû lê…Rastiyek ji rastiyanReferandûmê çi da me???Rewşa Aloz û Rexne!!!!Kî Çima li dij referandûmê ne?Kî/kê bêtir xizmeta zimanê tirkî kirine û dikinEm Li Ku Ne!Enfal!!!Ev Şansa Kurdan ya Talî ye!Kurd û ÎsraîlDagirkirî çaw pêk tê?Çima kurd li hemberî hev ewqasî dexs û hesûd in?Em û partiyên meKî û çima sansorê bi kar tînin?Apoyiyan çi digotin û niha çi dibêjin?Giringî û pêwîstiya referandûmêZiman û rewşenbîrên Akedemîk!!!!Şoreşa GulanêKurd û xurifandina wanÇima PKK damezrandin???Dayikên Me!PKK Çi Dike???Kurd dê çawa azad bibin?Em, civat û partiyên meRNK-KUK, Ala Rêzgarî û PKKSerok û SerokatîKurd çima bi ser nakevin?Rexne û Partiyên me!Barzanî û Helwestên wanPKK û êrîşkariya wan ya…Barzanî kî ne?Sûcdar kî ne???Em Çima Dinivîsînin?Rastî ji xeyalan pêk tê lê PKK ji çi pêk tê???Çima ev partî ? (Me partiyeke çawa divê? -II)Me partiyeke çawa divê???Çareserî? (Çi çû çi hat pkk ji ku hat - 2)Çi çû çi hat û PKK ji ku hat???Çima Kurdistaneke serbixwe û PKK???Muxalefet Çi Ye?Muxalefet Çi Ye?Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê...Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê...PKK Tu Caran Naqede!!!PKK Tu Caran Naqede!!!Partiyên me çi dikin???Partiyên me çi dikin???PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!!PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!!Firseta zêrîn ji dest dihareFirseta zêrîn ji dest diharePêşeroja me û PKK!!Pêşeroja me û PKK!!Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek!Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek!Dîrok, bîranîn û PKKDîrok, bîranîn û PKKGelo çi bi Ergenekona kurdan hat?Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat?Sê xeterên kurdan yên serekeSê xeterên kurdan yên serekePKK çawa dest pê kir?PKK çawa dest pê kir?Analîzeke kurt li ser PKKAnalîzeke kurt li ser PKK
x