Li Colemêrg di navbera gerîllayên PKK\'ê û leşkerên Tirk\'de pevçûn derket, encamê de 2 leşker û 2 cerdevan hatine kuştin.
Li Colemêrg navçeya Şemzînanê di navbera leşkerên Tirk û gerîllayên PKK\'ê de pevçûn derket. Li gorî zanyariyên sereke encama pevçûnê de 6 leşker û 2 cerdevan mir û her wiha li gorî ragihandina çapemeniya Tirk jî 4 gerîlla canê xwe ji dest daye.
Tê gotin ku li herêmê operasyon berdevam dike.