Sererkanê Giştî yê Artêşa Îranê Ebdulrehîm Mûsewî her wiha got ku planên ji bo dabeşkirina Îranê têk çûne û miletê Îranê serkeftî ye.
Ebdulrehîm Mûsewî di axaftinekê de behsa alozî û êrişên dawî yên Îsraîlê kir û ragihand ku “dijminan” di hesabên xwe de şaşî kiriye.
Mûsewî îdia kir ku êrişên li ser Îranê beşek ji planeke demdirêj in û got:
“Dijminan 15 sal in ji bo vî şerê ku li ser me ferz kiriye plansazî dikir. Wan li nav Îranê kes perwerde kirin û birêxistin kirin lê wan sê tişt şaş hesab kiribûn: Rêberî, gel û hêza bersivdanê ya Hêzên Çekdar.”
“Miletê Îranê bi ser ket”
Sererkanê Artêşa Îranê da zanîn ku mijara atomî tenê hincet e û wiha pê de çû:
“Wan plan dikir ku Îranê birûxînin û dabeş bikin lê miletê Îranê bi ser ket.
Di qonaxa yekem de me bersivek da ku bi paş de gavan biavêjin, di qonaxa duyem de me operasyoneke cezakirinê pêk anî.”
Mûsewî amaje bi wê yekê jî kir ku yekrêziya gelê Îranê bûye sedem ku Amerîka ji bo alîkariya Îsraîlê bikeve dewrê û wiha got:
"Berevajî texmînên wan, gel bi yekdengî derket meydanê.
Ev yek bû ku Amerîka neçar kir ku were alîkariya rejîma Siyonîst û ji bo rizgarkirina wê daxwaza agirbestê bike.”
“Dê bibînin ka em dê çi bikin”
Mûsewî derbarê êrişeke gengaz a nû gefên xwe ducare kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî:
“Li gorî fermana yekem a Rêber, me planek amade kiribû ku wan bêçare bihêle lê ji ber ku êriş rawestiyan, derfet çênebû ku em wê bi cih bînin.
Eger careke din êrişî Îranê bikin, dê bibînin ka em dê çi bikin. Wê demê Amerîka jî nikare Netanyahu (Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu) rizgar bike.”