Şaredarên Edenê, Antalya û Semsûrê hatin desteserkirin

Serokê Şaredariya Edenê Zeydan Karalar, Serokê Şaredariya Antalyayê Muhîttîn Bocek û Serokê Şaredariya Semsûrê Abdurrahman Tutdere hatin desteserkirin.

05.07.2025, Cts - 09:52

Şaredarên Edenê, Antalya û Semsûrê hatin desteserkirin
Nuçe Belav bike

Hat ragihandin ku di çarçoveya rêxistina tawanê ya Azîz Îhsan Aktaş de Serdozgeriya Stenbolê her sê şaredar jî di nav de ji bo 10 kesan biryara desteserkirinê daye.

Serokê Şaredariya Semsûrê Abdurrahman Tutdere derbarê desteserkirina xwe de li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir

Tutdere got, “Serê sibehê ez li mala xwe ya Enqereyê hatim desteserkirin û niha min dibin Stenbolê.”

Her wiha hat diyarkirin ku Serokê Şaredariya Edenê Zeydan Karalar jî hatiye desteserkirin.

Di çarçoveiya heman operasyonê de Serokê Şaredariya Antalyayê Muhîttîn Bocek jî hat desteserkirin.

Şaredariyên Edene, Antalya û Semsûrê di destê CHPyê de ne.

Ev di demekê de ye, doh Serokê Şaredariya navçeya Manavgatê ya Antalyayê Niyazî Nefî Kaya ku di destê CHPyê de ye di operasyona “gendeliyê” de hat desteserkirin û di heman operasyonê de biryara desteserkirina 35 kesên din hatibû dayîn.

 

Vî nûçeyê tevayî: 82 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:55:47
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x