Serokê Amerîkayê Donald Trump, bersiva erênî ya Hemasê ya ji bo pêşniyara agirbestê wekî gaveke "baş" bi nav kir û got, dibe ku di çend rojên pêş de derbarê Xezeyê de rêkeftinek bê kirin.
Di Roja Serxwebûna Amerîkayê de Donald Trump di çarçoveya hewlên navdewletî yên ji bo gihîştina rêkeftina agirbestê li Xezeyê de got ku ew piştgiriyê dide helwesta Hemasê.
Trump di bersiva pirsekê de derbarê berteka Hemasê got, "Baş e, ev tiştekî baş e."
Trump Her wiha amaje bi wê yekê jî kir, "Cihê kêfxweşiyê ye ku Hemasê ragihandiye ku bi rihekî erênî bersiva pêşniyara agirbestê daye."
Serokê Amerîkayê Trump pêşbînî kir ku rêkeftin nêzîk e û ragihand, "Dibe ku di nava çend rojên pêş de rêkeftineke derbarê Xezeyê de hebe."
Trump di heman demê de aşkere kir ku zanyariyên wî yên hûr li ser danûstandinan nînin û got:
"Heya niha ti zanyarî di vî warî de negihîştine min û ez ji rewşa niha ya danûstandinan ne agahdar im."
Derbarê rewşa Xezeyê de, Trump tekez kir, "Pêwîst e em tiştekî derbarê Xezeyê de bikin, em pere û alîkariyeke zêde dişînin."
Di beşeke din a axaftina xwe de, Donald Trump behsa destkeftiyên serdema serokatiya xwe kir û derbarê Îranê de got, "Me bernameya atomê ya Îranê bi temamî ji nav bir."
Her wiha sozeke nû da ji bo parastina asîmanê Amerîkayê û ragihand:
"Em li ser çêkirina qubeyeke zêrîn ji bo parastina asîmanî ya welatê xwe kar dikin, da ku me ji dijminan biparêze ku dê ji Qubeya Hesinî mezintir û bihêztir be."
Trump her wiha "şanazî" bi siyaseta xwe ya derve û aboriyê kir û got:
"Me rêza Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li qada navneteweyî vegerand."
Her wiha amaje bi projeyasayeke aborî kir û wiha anî zimên:
"Projeyasaya mezin, kêmkirina herî mezin a bacê di dîroka welat de li xwe digire ku ya herî cemawerî ye û îmzekirina wê ji aliyê min ve dê wek ragihandina serkeftinê be."