Operasyona Dêrezorê ser navê "Bahoza Cizîrê" hat ragihandin

Meclîsa Leşkerî ya Dêrezorê bi fermî daxûyand û operasyona bi navê ‘Bahoza Cizîrê’ ya ji bo kontrolkirina rojhilatê Firatê û bejahiya bajarê Dêrezorê dest pê kir.

09.09.2017, Cts - 09:55

Operasyona Dêrezorê ser navê "Bahoza Cizîrê" hat ragihandin
Nuçe Belav bike

Meclîsa Leşkerî ya Dêrezorê îro 9ê Îlonê li gundê Ebû Fas ê navçeya Şedadê bi civîneke çapemeniyê ragihand ku opersoyana Dêrezorê ya bi navê ‘Bahoza Cizîrê' bi piştevaniya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî destpê kiriye.

Di civîna ku fermandarên QSDê amadehî kirin de, Fermandarê Giştî yê Encûmena Leşkerî ya Dêrzorê Ehmed Ebû Xewla daxuyaniya destpêkirina operasyonê xwend.

Ebû Xewla got, ev operasyon ji bo rizgarkirina axa rojhilatê Firatê û bejahiya rojhilatê bajarê Dêrzorê ye.

Fermandarê QSDê da xuyakirin, xetên parastinê yên DAIŞê li Reqayê hatine şikandin û ji sedî 70yê bajêr ketiye destê Quwetên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ku niha DAIŞ hewl dide êrîşî herêma Şedadê û bejahiya rojhilat a Dêrezorê bike, ji bo moralê hêzên xwe yên Reqayê bilind bike.

Fermandarê Giştî yê Encûmena Leşkerî yê Dêrzorê diyar kir ku di dema operasyonê de ew dê hewl bidin ku ziyan negihe sivîlan û ji ber tevlîbûn û piştgiriyê spasiya QSD û Hevpeymaniya Navdewletî kir.

Berdevkê QSDê Telal Silo jî ji rojnamevanan re diyar kir ku ev biryara Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê ye û ew jî piştgiriyê didin vê operasyonê.
Silo got, di serî de Tirkiye, ew qebûl nakin ti hêzeke din destwerdana karên navxwe yê Sûriyê bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1958 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:57:34
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x