Tirkiye kuştina 2 leşkerên xwe li navçeya oparasyona Pençe-Kilit ragihand

2 leşkerên artêşa Tirkiyê li nava sînorê Herêma Kurdistanê di dema operasyona li hember gerîlayên PKKê de bi teqîna mînekê canê xwe ji dest dan.

11.06.2023, Paz - 17:26

Tirkiye kuştina 2 leşkerên xwe li navçeya oparasyona Pençe-Kilit ragihand
Nuçe Belav bike

Li gorî daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê, ku li ser hesabê xwe yê Twîtterê belav kiriye, di dema leşkerên artêşa Tirkiyê di çarçoveya operasyona Pence-Kilît ya li nava sînorê Herêma Kurdistanê de derketine operasyonê mînek teqiyaye.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê dibêje di encama wê mîna gerîlayên PKKê vedayî de 2 leşkerên artêşa Tirkiyê bi navê Cem Ahmet Kaya û Halil Şahîn birîndar bûn.

Herdu leşkerên birîndar bo nexweşxaneyê hatine veguhestin, lê tevî hemû midexaleyan ji mirinê rizgar nebûne.

Artêşa Tirkiyê roja 17ê Nîsana 2022an li navçeyên Zap, Avaşîn û Metîna yên di nav axa Başûrê Kurdistanê de bi hinceta gerîlayên PKKê dest bi operasyona bi navê Pence-Kilîd kir û operasyon heta niha berdewam e.

Operasyona “Pence-Kilîd”, navçeyên Metîna, Zap û Avaşîn-Basyanê yên di nav axa Herêma Kurdistanê de li xwe digire.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 245 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:31:04
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x