Tirkiye û PKKê amarên nû yên şer ragihandin

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand ku li navçeya Operasyona Pençe-Kîlîl di nav axa Başûrê Kurdistanê de 3 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane. Baskê serbazî yê PKKê, HPGê jî kuştina 8 leşkerên Tirkiyê Başûrê Kurdistanê ragihand.

12.07.2022, Sal - 06:08

Tirkiye û PKKê amarên nû yên şer ragihandin
Nuçe Belav bike

Li gor ragihandina Wezareta Berevaniya Turkiye ku îro ragihandiye, sê gerîlayên PKKê di operasiyona Pençe Kilîl de canê xwe ji dest dane.

Wezareta Berevaniya Tirkiye di daxuyaniyekê de tekezî li ser rijdbûna welatê xwe bo rûbirûbûna PKK dubare kir, û dibêje ku 3 gerîlayên di operasiyona Pençe Kilîl de li herêma Kurdistanê canê xwe ji dest dane.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) jî ragihand ku di encama rêze çalakiyên gerîla yên li dijî Tirkiyeyê de, 8 leşkerên wî welatî hatine kuştin.

HPG herwiha, amaje bi wê yekê jî kiriye ku artêşa Tirkiyê li navçeyên Başurê Kurdistanê bombeyên fosforî bikar aniye, 20 caran çekê kimwayî û bombeyên qedexekirî û 9 caran jî bi balafirên şer êrîş kiriye.

Ev yek di demekê de ye ku hikûmeta Tirkiye heta niha ti bersiva van gotinên PKKê nedaye.

Operasyona Pence-Kilîl, navçeyên Metîna, Zap û Avaşîn-Basyanê yên di nav axa Herêma Kurdistanê de li xwe digire.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 663 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:55:48
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x