Serokwezîrê Îraqê: Erkê Koalîsyonê Îlona 2026an diqede

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ragihand ku erkê Koalîsyonê yê li Îraqê dê Îlona 2026an biqede.

2 Tîrmeh 2025 - 10:58
2 Tîrmeh 2025 - 10:58
 0
Serokwezîrê Îraqê: Erkê Koalîsyonê Îlona 2026an diqede

Koalîsyon (Hevpeymaniya Navneteweyî) sala 2014an li ser daxwaza Îraqê bi armanca têkoşîna li hemberî DAIŞê hatibû damezirandin ku wê dema ji sisêyan yekê axa Îraqê di destê DAIŞê de bû.

Li Îraq û Herêma Kurdistanê 2,500 leşkerên Amerîkayê yên di bin banê Koalîsyonê de hene.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ji BBC Newsê re eşkere kir ku erkê Koalîsyonê yê li Îraqê dê Îlona 2026an biqede û got:

“Em bi welatên Koalîsyonê re gotubêjan dikin da ku em derbasî pêwendiyên ewlehiyê yên dualî bibin.

Me du gerên diyalogê li gel Amerîkayê li Bexda û Washingtonê li dar xistin û em dê gera sêyem jî ji bo dariştina awayê pêwendiya ewlehiyê ya li gorî destûr û yasayê li dar bixin."

Li Îraqê 11ê Çiriya Paşîn a 2025an hilbijartinên Parlamentoyê tên kirin.

“Hilbijartin rêça demokratîk piştrast dikin”

Sûdanî diyar kir ku hikûmet ji bo lidarxistina hilbijartinan a di dema xwe ya destnîşankirî de amade ye û da zanîn ku pêwendiyên Îraqê hem li gel Îranê û hem jî li gel Amerîkayê baş in û anî zimên:

"Ragihandin zêdetir bala xwe dide ser bûyerên li Îraqê lê tiştên ku li welatên herêmê diqewimin paşguh dike.

Hilbijartin rêça demokratîk piştrast dikin û peyameke girîng in ji bo navxwe û derve.

Hikûmet ji bo lidarxistina wan a di dema xwe de û amadekirina hemû pêwîstiyên wê bi biryar e.