Ammar Hekim: Bila leşkerên tirk ji axa Iraqê derkevin

Serokê Koalîsyona Milli ya Şieyên Iraqê Ammar El Hekim li Bexdayê bangî Balyozê Tirkiyeyê kir û ragihand ku divê leşkerên tirk ji nav axa Iraqê derkevin.

10.05.2017, Çar - 09:00

Ammar Hekim: Bila leşkerên tirk ji axa Iraqê derkevin
Nuçe Belav bike

Li gorî nûçeya malpera înternetê ya el-Firata iraqî, Serokê Koalîsyona Milli ya Şieyên Iraqê Ammar El Hekim bi Balyozê Tirkiyeyê yê li Bexdayê Fatih Yildiz re hevdîtinek kir û daxwaz kir ku leşkerên tirk ji axa Iraqê vekişin. Ev mesele ne meseleyeke ku di mirura demê de were çareserkirinê ye. Lewma iraqî vî leşkerî li vir naxwazin.

Ammar El Hekim di berdewamiya axaftina xwe de got: "Mijara tekoşîna terorê divê bi kanala hikûmeta meşru pêk were û divê hêzên artêşa tirk jî div ê çarçoveyê de tevbigerin."

Ev demek dirêj e ku rêvebiriya Iraqê daxwaza derketina hêzên artêşa tirk a kampa Başiyê dike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 2184 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:15:25
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x