Basim Ewadî: Hikûmeta Îraqê pêşwaziya destpêşxeriya PDKyê li Kerkûkê dike

Hikûmeta Îraqê pêşwaziya destpêşxeriya PDKyê dike ku baregehê serkirdetiya xwe li bajarê Kerkûkê pêşkêşî Zanîngeha Kerkûkê kiriye.

27.10.2023, Cum - 07:08

Basim Ewadî: Hikûmeta Îraqê pêşwaziya destpêşxeriya PDKyê li Kerkûkê dike
Nuçe Belav bike

Roja Pêncşemê, 26ê Cotmeha 2023ê, Berdevkê Hikûmeta Îraqê Basim Ewadî ragehand, Hikûmeta Îraqê pêşwaziya destpêşxeriya PDKyê dike ku baregehê xwe pêşkêşî Zanîngeha Kerkûkê kiriye.

Basim Ewadî ragehand, Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî vê destpêşxeriya hekîmane bilind dinirxîne.

Berdevkê Hikûmeta Îraqê herwesa amaje da wê yekê jî ku Serokwezîrê Îraqê tekezê li ser cidîtiya Hikûmeta Îraqê dike ji bo seqamgîrî û ewlehî û pêkvejiyan û biratiyê li Kerkûkê û tevaya parêzgehên din ên Îraqê, ev jî bi liberçavwergirtina karnameya hikûmetê ji bo bicihanîna serweriya qanûnê.

Di civîna 26ê Cotmeha 2023ê de, ji bo parastina canê tebayî û seqamgîriya bajarê Kerkûkê, Komîteya Navendî ya PDKyê biryar da baregehê berê yê civata serkirdetiya xwe li Kerkûkê pêşkêşî Zanîngeha Kerkûkê bike û ji bo xwendekaran û piroseya xwandinê û rewşenbîrî û pêşxistina wî bajarî bike diyarî.

Pêştir, li roja 12ê Cotmeha 2023ê, Dadgeha Bilind a Federalî ya Îraqê biryara rawestandina radestkirina baregehê opersiyonên hevpar helweşand û biryar da wî baregehî ji bo PDKyê vegerîne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 199 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:56:42
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x