Bereyê Miqawemeyê yê Îslamî li Îraqê haydariyê dide

Bereyê Miqawemeyê yê Îslamî li Îraqê haydariyê dide ku, eger Amerîka tevlî êrîşkirina li ser Îranê bibe, ew dê bingeh û berjewendiyên wê li Îraqê bikin armanc. Herwesa biryar e îro Civata Ewlehiyê ya Navdewletî jî li ser aloziyên Rojhilata Navîn civîneke neasayî bike.

02.10.2024, Çar - 10:26

Bereyê Miqawemeyê yê Îslamî li Îraqê haydariyê dide
Nuçe Belav bike

Desteya Hevahengiyê ya Bereyê Miqawemeyê yê Îslamî li Îraqê parve kiriye, “Eger Amerîka bi her kiryareke dijminkarane tevlî dijîtiya Îranê bibe an jî asmanê Îraqê ji bo êrîşkirina li ser Îranê bibe, em dê rasterast bingeh û berjewendiyên wê li Îraqê bikin armanc.”

Herwesa Bereyê Miqawemeyê yê Îslamî li Îraqê êrîşa Îranê ya li ser Israîlê li Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî pîroz kir û wekî serkeftineke mezin wesf kir.

Ji aliyekî din ve û her ji ber rewşa ewlehiyê, Serokwezîrê Îraqê ferman li hêzên ewlehiyê kir ku li sernaserî welatî bikevin di rewşa amadebaşiyê de.

Derengê şeva borî (Sêşem, 01.10.2024) Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ji nişkekê ve serdana Bingeha Fermandeya Operasyonên Hevpar kir û ferman li wan kir ku, hêzên ewlehiyê li seranserî welatî bixin di rewşa amadebaşiyê de û astê şiyariya ewlehiyê bilind bikin.

Sûdanî ferman li hêzên ewlehiyê kir ku ji bo bergirîkirina ji seqamgirî û ewlehiya Îraqê û herwesa serederîkirina bi her pêşhateke neçaverêkirî re amade bin.

Ev jî di demekê de ku duhî (Sêşem, 01.10.2024) artêşa Pasdarên Îranê, bi fermana Rêberê Şoreşa Îranê Elî Xamineyî, 180 moşekên balistî ji cûnê Fetah arasteyî axa Israîlê kirin. li dû zanyaran, di wê êrîşê de heşt kes hatine kuştin û hejmareke din jî birîndar bûye.

Biryar e îro (Çarşem, 02.10.2024) Civata Ewlehiyê ya Navdewletî rûniştineke neasayî li ser aloziyên Rojhilata Navîn bike.

Herwesa biryar e her du nûnerên Îran û Israîlê tevlî wê rûniştinê bibin, endam tê de danûstandinan li ser dawî pêşhatên Rojhilata Navîn û êrîşa moşekî ya Îranê bo ser Israîlê bikin.

Ev rûniştin li ser daxwaza Swîsrayê ye, ku her ew bi xwe jî serokatiya vê gera Civata Ewlehiyê dike.

 

Vî nûçeyê tevayî: 141 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:18:01
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x