Bersiva Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê li ser daxwaza Serokatiya Herêma Kurdistanê

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ragihand, herî kêm pêwîstî bi şeş heta heft mehan heye, da ku amadekariya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bike.

12.07.2023, Çar - 14:55

Bersiva Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê li ser daxwaza Serokatiya Herêma Kurdistanê
Nuçe Belav bike

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ragihand, herî kêm pêwîstî bi şeş heta heft mehan heye, da ku amadekariya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bike û nikare herdu hilbijartinên Encûmenên Parêzgehên Iraqê û Parlamentoya Kurdistanê di demekê de birêve bibe.

Îro Çarşemê 12ê Tîrmeha 2023an, Berdevkê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Cumane Xelawî derbarê nivîsa Serokatiya Herêma Kurdistanê de ku daxwaz kiribû, roja 18/11/2023an yan jî roja 18/12/2023an serperiştiya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bike, ji Kurdistan24ê re ragihand: “Komîsyona Hilbijartinan çendîn car dubare kiriye ku amade ye serperiştiya hilbijartinên Parlamentiya Kurdistanê bike, lê belê em tekez dikin ku em nikarin herdu hilbijartinên Encûmena Parêzgehên Iraqê û Parlamentoya Kurdistanê di demekê de birêve bibin, pêwîstiya me herî kêm bi şeş heta heft mehan heye, da ku em amadekariya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bikin.”

Îro Çarşemê malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, di nivîseke fermî de ku roja duşemê 10ê Tîrmeha 2023an bi îmzeya Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê arasteyî Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê hatiye kirin û kopiyeke wê ji aliyên pêwendîdar re hatiye dayîn.

Di nivîsê de Serokatiya Herêma Kurdistanê daxwaz kiriye ku komîsyon amadebûna xwe nîşan bide ji bo serperiştiya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê.

Hat destnîşankirin ku li gor fermana Herêmî ya hejmara 90 a 26/3/2023an, biryar hatiye dayîn ku hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê roja 18/11/2023an de birêve biçe, ji bo vê mebestê jî daxwaz kiriye Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê amadebûna xwe nîşan bide ji bo serperiştiya hilbijartinan di dema diyarkirî de, an jî ligel hilbijartinên encûmenên şaredariyên Iraqê di roja 18/12/2023an de.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 302 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:49:31
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x