Bi dronan êrişî baregeha Amerîkayê hat kirin

Bi dronan êrişî baregeha leşkerî ya Amerîkayê ya li Îraqê, Eyn Esedê hat kirin.

06.12.2023, Çar - 14:23

Bi dronan êrişî baregeha Amerîkayê hat kirin
Nuçe Belav bike

Hat zanîn ku êriş ji aliyê grûpa çekdar a bi navê Berxwedana Îslamî hatiye kirin.

Li dijî baregeha leşkerî ya Eyn Eseda parêzgeha Enbarê ya Îraqê ku Amerîka û Hêzên Hevpeymanên li dijî DAIŞê lê dimînin, bi dronan êrişek hat kirin.

Di daxuyaniya Tevgera Berxwedana Îslamî de, hat diyarkirin ku wan îro êrişek li dijî baregeha leşkerî ya Eyn Esedê pêk aniye.

Di daxuyaniya Tevgera Berxwedana Îslamî hat diyarkirin ku wan bi droneke bombeberî êrişî bareghê kiriye û ziyan li hêzên Amerîkayê dane.

Ew grûp dibêje, ew êriş wekê bersivekê bû ji bo êrişên Îsraîlê yên li Xezeyê.

Heta niha ti aliyeke fermî ne Îraqê û ne jî Amerîkayê ew êriş piştrast nekiriye.

Ji 17 Çiriya Paşînê ve heta niha 76 caran êrişî hêzên Amerîkayê yên li Îraq û Sûriyeyê hetiye kirin.

Di wan êrişan de 61 leşkerên Amerîkayê birîndar bûne.

Amerîkayê jî 3 caran grûpên çekdarên Şîe yên li Îraqê bombebaran kirine û di encamê de 15 çekdar hatine kuştin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 287 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:59:06
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x