Bi mûşekan êrişî Balafirgeha Bexdayê hat kirin

Bi mûşekên Katyuşayê êrişî Balafirgeha Bexdayê hat kirin.

01.10.2024, Sal - 10:05

Bi mûşekan êrişî Balafirgeha Bexdayê hat kirin
Nuçe Belav bike

Ajansa Nûçeyan a Îraqê (INA) ragihand ku mûşekek li Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê li cihekî vala ketiye.

INAyê da zanîn ku mûşekek jî li qada parkkirina otomobîlan a Serwîsa Têkoşîna bi Terorê re ketiye.

Hat destnîşankirin ku mirî û birîndar nînin.

Li hêla din, hat gotin ku hêzên ewlehiyê li herêma Amiriyeyê ya Bexdayê di otomobîlekê rampayeke berdana mûşekan dîtiye.

Rayedarên balafirgehê ji Rûdawê re da zanîn ku li balafirgehê pirsgirêka ewlehiyê nîne û sefer berdewam dikin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 115 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:07:59
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x