CENTCOM: Li Babilê mûşekeke Îranê hat bidestxistin

CENTCOMê ragihand ku polîsên parêzgeha Babilê ya Îraqê, mûşekeke kirûzê ya êrişa bejayî ya Îranê bi dest xistiye.

06.01.2024, Cts - 07:40

CENTCOM: Li Babilê mûşekeke Îranê hat bidestxistin
Nuçe Belav bike

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) derbarê bûyerê de li ser hesabê xwe yê Xê daxuyanî da.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) di daxuyaniya xwe de got:

“Polîsên Îraqê berî 2 rojan li parêzgeha Babilê, mûşekeke êrişa bejayî ya ku ji aliyê Îranê ve hatiye çêkirin bi dest xist.”

CENTCOMê herwiha 3 wêneyên mûşekê parve kirin û got:

“Cebilxaneyên ku ji aliyê Îranê ve ji grûpên çekdar ên li Îraq û Sûriyeyê re têne şandin, hêzên Hevpeymaniya Navdewletî û nîştecihên herêmê dixe metirsiyê.”

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) di berdewamiya daxuyaniya xwe de got:

“Hêzên Îraqê ji bo astengkirina êrişan hewleke mezin didin. Hevpeymaniya Navdewletî ji ber hewlên wan spasiyên xwe pêşkêş dike.”

Hêzên Îstixbarat û Dijî Terorê yên Îraqê beriya niha heman wêne belav kiribûn.

Hêzên Îstixbaratê di parvekirina xwe de gotibû:

“Li ser rêya Babilê dronek hatiye dîtin. Bêyî ku bûyereke girîng were jiyîn, dron hatiye têkşikandin.”

Piştî êrişên Îsraîlê yên li Xezeyê, baregehên Amerîkayê yên li Îraq û Sûriyeyê herî kêm 100 carî rastî êrişan hatine.

Berxwedana Îslamî ya Îraqê ku rêxistineke Şîeyan e, berpirsyaretiya piraniya wan êrişan girt ser xwe ku îro jî bi dronekê êrişî Balafirgeha Leşkerî ya Herîrê kir.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 270 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:26:00
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x