CENTCOM: Li Îraqê êrişî me hat kirin û me jî bersiv da

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku li baregeha hêzên asamanî ya Eyn Esedê êrişî wan hat kirin û wan jî bersiv da.

22.11.2023, Çar - 06:12

CENTCOM: Li Îraqê êrişî me hat kirin û me jî bersiv da
Nuçe Belav bike

CENTCOMê ji Rûdawê re ragihand ku duh bi şev li baregeha hêzên asmanî ya Eyn Esedê ya li parêzgeha Enbarê êrişî wan hat kirin.

CENTCOM da zanîn ku di êrişa li dijî baregeha esmanî ya Eyn Esedê de 8 kes birîndar bûn.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê herwiha da zanîn wan jî bi firokeyê êrişî otomobîleke milîsên nêzîkî Îranê kir.

Bi gotina Fermandariya Navendî ya Amerîkayê di encama wê êrişê de çend çekdarên ku beşdarî êrişa Eyn Esedê bûne hatine kuştin.

Li gorî texmînan, li Îraqê nêzîkî 2 hezar û 500 leşkerên Amerîkayê hene.

Ev leşker bi piranî li Baregeha Esmanî ya Eyn Esedê û Kampa Viktoryê hatine bicihkirin.

Erkê Amerîkayê yê li Îraqê 9ê Kanûna Paşîna 2021ê bi awayê fermi bi dawî bû û erkê wan ê niha zêdetir şêwirmendî ye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 171 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:25:15
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x