Cibûrî, ji parlemanterên PDK'ê xwest ku vegerin parlemantoyê

Serokê Parlemantoya Iraqê daxwaza vegera parlemanterên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji rûniştinên parlemantoyê re dike.

02.11.2017, Per - 10:03

Cibûrî, ji parlemanterên PDK'ê xwest ku vegerin parlemantoyê
Nuçe Belav bike

Serokê Parlemantoya Iraqê Selîm Cibûrî di civîna ligel beşek ji parlemanterên PDKê de diyar kir, take rê ji bo çareserkirina pirsgirêkan û destpêkirina guftûgoyan, vegera parlemanterên PDK\'ê ji rûniştinên parlemantoyê re ye, ku girîng e jî ji bo daxwaza mafên xwe bikin.

Her wiha Cibûrî ragihand, qonaxa niha ya Iraq tê re derbas dibe, pêwîstiya wê bi aramiyê heye, ji bo rûpeleke nû ya pêwendiyan di navbera Bexda û Hewlêrê de dest pê bike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1401 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:13:34
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x