Dengdana taybet dest pê kir: Tê çaverêkirin ku PDK û YNK li Kerkûkê 9 kursiyan bi dest bixin

Li Îraq û hinek parêzgehên Başûrê Kurdistanê hêzên ewlehiyê û koçberên navxweyî yên li kampan dijîn, îro ji bo "dengdana taybet" a hilbijartinên herêmî yên ku dê roja duşemê bên lidarxistin, çûn ser sindoqan.

16.12.2023, Cts - 07:05

Dengdana taybet dest pê kir: Tê çaverêkirin ku PDK û YNK li Kerkûkê 9 kursiyan bi dest bixin
Nuçe Belav bike

Milyonek û 2 hezar û 393 hêzên ewlehiyê û 48 hezar koçberên navxweyî yên li Herêma Kurdistanê dijîn îro dê deng bidin.

Li 15 parêzgehên Îraqê û Herêma Kurdistanê îro saet 07:00 bi dema herêmî proseya dengdana taybet dest pê kir.

Proseya dengdanê wê îro heta saet 18.00an berdewam bike.

Li 565 navendên dengdanê yên ku li parêzgehên cuda cuda yên Îraqê û hinek parêzgehên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê hatine vekirin, milyonek û 2 hezar û 393 hêzên ewlehiyê yên ku mafê dengdanê hene û 48 hezar û 260 koçberên navxwe yên li Herêma Kurdistanê dijîn dê deng bidin.

Hevbendiya Toran û Rêkxistinên Niştîmanî bo Şopandina Hilbijartinên Encûmena Parêzgehên Îraqê daxuyaniyek derbarê şopandina hilbijartinên encûmenên parêzgehan belav kir.

Ji bo Şopandina Hilbijartinên Encûmena Parêzgehên Îraqê, proseya dengdanê dê ji aliyê 3 hezar 789 çavdêran ve were şopandin.

"Hevpeymaniya Toran û Rêxistinên Niştimanî" ji aliyê çend rêxistinên civaka sivîl ve hatiye avakirin.

Serokê Tora Şopandina Şemsê ku yek ji rêxistinên ku di nava hevpeymaniyê de cih digire Hogir Çeto îro Şemiyê ji Rûdawê re diyar kir ku ji bo şopandina hilbijartinan di hilbijartinên taybet û giştî de bi rêxistinên din re jûreyek operasyona hevpar ava kirine.

"Parêzgehên ku herî zêde dengdêrên kurd lê hene"

Parêzgehên ku herî zêde dengdêrên Kurd lê hene ev in:

Parêzgeha Neynewayê 99 hezar 726 dengderên taybet hene.

Li Kerkûkê 57 hezar û 330 hilbijêrên taybet hene.

Li Diyalayê 57 hezar û 404 û li Selahedînê jî 67 hezar û 393 denggdêrên taybet hene.

Di dengdana taybet de 48 hezar û 260 kesên li Herêma Kurdistanê koçber bûne û mafê dengdanê hene.

- Parêzgeha Dihokê: 39 hezar û 422 dengdêr

- Parêzgeha Hewlêrê: 5 hezar û 23 dengdêr

- Parêzgeha Silêmaniyê: 3 hezar û 815 dengdêr

PDK û YNK pêşbînî dikin ku 9 kursiyan bi dest bixin

Li aliyê din Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) pêşbînî dike ku li parêzgeha Kerkûkê 5 kursiyan bi dest bixe.

Herwiha Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) jî çaverê dike ku li Kerkûkê 4 kursiyan bi dest bixe.

Di hilbijartinên herêmî yên ku li parêzgehên Îraqê tên kirin de mafê 16 milyon û 158 hezar û 788 kesan heye.

Hilbijartinên herêmî yên li Iraqê herî dawî di sala 2013an de hatibûn kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 189 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:07:15
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x